Bi hezaran şêniyên Efrînê ji bo vegera Efrînê daketin qadan

  • 15:46 10 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Şêniyên Efrînê yên ku li Navçeya Til Rifet bi cih bûne meşek ji bo vegera Efrînê li dar xistin.
 
Şêniyên Efrînê ku koçber bûne û li navçeya Til Rifet bi cih bûne, ji bo vegera Efrînê û êrîşên dewleta tirk yên li ser Rojava şermezar bikin li Til Rifet ya girêdayî Kantona Şehbayê herîkîn qadan. Meş ji qada navçeya Til Rifet hat destpêkirin. Di meşê de wêneyên têkoşerên azadiyê û pankarta bi nivîsa  "Em jin in serbilind in ji Erdogan natirsin","Li dijî dagirkeriyê serî hilde","Hûn qêrîna jinan li Efrînê dibihîzin..? û "Ji kuştina mirovahiyê re" hatin hiligirtin.
 
Piştî meşê deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê hat girtin û li ser navê Meclîsa Gel a Til RIfet Emîne El Ehmed, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Şaziye Ibrahîm, li ser navê xwendekarên Til Rifet Fatimê Muhemed axivîn.  Di axaftinê de bal hat kişandin ser êrîş û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha hat gotin: "Dewleta tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Em van êrîşan şermezar dikin. Gefên dewleta tirk ên li ser Til Rifet nikare îrade û berxwedana gel bişkînê. Em îro li Til Rifet bi cih bûne ji bo em vegerin ser axa xwe. Em ji bo rizgarkirina Efrînê herdem li ser piyan e û berxwedana xwe didomînin."
 
Meş bi dirûşma"Bijî berxwedana Efrînê" û "Em Efrînê bernadin" bi dawî bû.