Şandeyek ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

  • 15:38 10 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Ji başurê Kurdistanê şandeyek ku ji 21 kesî pêk dihat ji bo serdanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. 
 
Ji başûrê Kurdistanê şandeyek ku  21 kesî tê de cih digirt û rêxistina mafên mirovan, saziya jin û rêxistinên siyasî pêk dihat ji bo serdanê derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Şandeya ku hatiyê dê serdana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, birîndaran û saziyan bike. 
 
Li bendêye ku şande 2 rojan çavdêriyên xwe li Rojava berdewam bike.