Rêveberiya Bajarê Hesekê tevlî hemleya boykotkirinê bû

  • 13:50 10 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Rêveberiya Bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevlî hemleya "Kel û pelên dewleta tirk boykot bikin" bûne.
 
Rêveberiya Başarê Hesekê  ji bo ku kel û pelên dewleta tirk boykot bikin daxuyaniyek li çarxereya Avêsta ya taxa Til Hecer da. Endam û Rêvberiyên saziyên civaka sivîl û bi dehan jin û xortên Hesekê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo ve hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Di 9’ê cotmeha 2019’an de Artêşa Tirk û hevkarên wê êrîşî serasnser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, di encama van êrîşan de bi hezaran sivîl hatin koçberkirin, her wiha jin û zarok hatin qetilkirin. Em kiryarên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin û piştgiriyê didin şervanên QSD’ê ku ji bo jiyanek azad û bi rûmet têkoşînê didin.
 
Em dagikeriya dewleta tirk li ser xaka xwe ya pîroz qebûl nakin
 
Zanîngeha Rojava dest bi kampanya 'Kel û pelên dewleta tirk boykot bikin' kiriye, em jî tevlî vê kampaniyê dibin. Kampanya ku hatiye despêkirin ji bo kel û pelên dewleta tirk boykot bikin derbeyek pir giran li aboriya tirkan dixe.  Kampanyaya me ne tenê qutkirina berhemên dewleta tirk armanc dike tê wateya ku em dewleta tirk a dagirker li ser axa xwe yA pîroz qebûl nakin. Dibe ku em rastî astengiyan werin, lê ew astengî ne ji îrade û berxwedana me mezintir in. Her lîreyek dewleta tirk ji aboriya xwe qezenc dike, ew lîre dibe gule, fosfor û li dijî gelê me tê bikaranîn. Em dibêjin ji kirîna berhemên Tirkiyeyê re na."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Ji berhemên dewleta tirk re na" , "Bîhna xwînê ji berhemên dewleta tirk tê" bi dawî bû.