Ji Suead Ebdul Rehman Peyamek ji bo gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê

  • 13:29 10 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Rêvabera Komîteya Jinan a Têkiliyên Derve û Alîkariya Filîstînê Suead Evdul Rehman, Ji bo gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê peyama hevgirtinê da. Suead di peyama xwe de wiha got: “Divê ev gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wekî hemu gelên din, xwedî statuyek û xwedî mafê tayînkirina çarenûsa xwe bin.”
 
Suead, êrîşên tirkiye û komên girêdayî wê yên li ser herêmê rexne kirin û go ev şerekî neheq e. 
 
Suead di berdewamiya peyama xwe ya bi dîmen de wiha got:
 
“Êrîşên li ser kurdên bakur û rojhilatê Sûrîyê bê wijdanî ne. Gelê Kurd jî wek gelên din ditepisînin û hemu mafê wî ji destê wî digrin.  Ev gel ji herêma Kurdîstanê ber bi Bakur-rojhilata Sûriyê ve, tirkiyê, başur û dema em dinêrin heta rojhilat li ser vê axê dijî. Dive êdî ew jî xwedî statuyek xweser û mafekî bin. Ji ber ku xwedîyê çanda dîrokî, ziman û tekoşînekê ne. Divê ew jî wek hemu gelan statuyek wan hebe û xwedî maf bin.”