‘Desthilatdarî jinên ku karibin xwe baş pênase bikin wek xeteriyekê dibîne’

  • 13:28 10 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Piştî hevşaredarê Wanê hatin girtin û qayum hat tayin kirin, Parlementera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, got: “Em armanca tayînkirin qeyûman, dikarin bi du awayî rave bikin. Yek bi polîtîkayên xwe yên înkar û tunekirina Gelê Kurd tepisadin e, ya duyemîn jî pergala hevserokatiyê ya ku jin di siyasetê de xuya dike hedef girtin e. Jinên ku karibin xwe baş pênase bikin, Desthilatdarî, wan wek xeteriyekê dibine.”
 
Di 19’ê Tebaxê de qayum tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin û Pişt re jî tayînî ser şaradariyên navçeyê wê Erdîş, Serav û Rêya Armûş kirin. Berî  bi 3 rojan hevşaredarên navçeya Rêya Armûşê Şehzade Kurt û Azîm Yacan hatin binçavkirin û li şuna wan qeymeqamê navçeyê Sinan Aslan hate peywirdarkirin. Hevşaredaran di demek kin de ji bo navçeyê gelek proje xistibun rojevê, plansaziya rêveberiyên heremî ya 5 salan, li gund û taxên navçeyê bi gel re civiyan û pêşniyarên wan wergirtin. Li ser pêşniyarên gel kompleksên werzîşê, navendên jiyana jinan, ji bo tundiya liser jinê ‘xeta tundiyê ya alo’, gelek kar di warên hunerî de xistin jiyanê.
 
Parlamentera HDP ê ya Wanê Muazzez Orhan, ji bo tayînkirina qayuman, got: Desthilatdarî kesên ku wek wê nafikire, terorîze dike. Bi taybet jî li dijî kurd û yên ku li ba kurdan cîh digrin, Çepgir, Sosyalîst, û hêzên demokratîk kirine hedefa xwe. 
 
‘Hevserok û hevşaredarên me bi riya medyayê tên terorîze kirin’
 
Muazzez bi bîr xist ku ji hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê û vir ve tevî ya Rêya Armûşê 16 şaredariyên wan bi tayin kirina qayuman hatin desteserkirin û wiah got:  “Hevşaredarên me ji ber sûcên vegotinên cûrbecûr ên bê bingeh hatine sûcdarkirin û ji karên xwe hatine dûrxistin. Me ev zihniyet nu nas nekiriye. Ev 17 salin ev zihniyet heye.” Muazzez destnîşan kir ku li dijî hevşaredarên wan operasyonek cidî tê meşandin. Wekî ku hevşaredarên wan sucên mezin kirine, bi awayekî mezinkirî binçav dikin. 
 
Muazzez, di derheqê hevşaredarên ku hatine binçavkirin û piştre an hatine berdan an jî hatine girtin de diyar kir ku, tu delîlên ku sûc kirine derbarê wan de ttune ne ev tişt got: " Armanca wan ji tayînkriina qeyûman bikin, vîna gel ne qebulkirin, nasnekirin, înkarkirin, polîtîkayên xwe yên qirkirinê berdewam kirin e. Ji aliyêdin ve jî,tekoşîna jinên partiya me ji bo hemû jinên cîhanê diyariyek e. Em dikarin vê helwesta desthilatdariyê wek dijminahiya li ser pergala hevserokatiyê jî şîrove bikin." 
 
‘Desthilatdarî, Jina ku karibe xwe baş pênase bike wek xeteriyekê dibîne’
 
Muazzez destnîşan dike ku pergala hevserokatiyê nûnertiya wekhev e, Jin xwe pênase dike, bi mafê xwe li ser jiyana xwe biryaran digre, û got: “Desthilatdarî jî Jina ku karibe xwe baş pênase bike, wek xeteriyekê dibine. Partiya me, partiya GelêN vî welatî ye, ya hemû baweriyan, ya jinan, ya mêran û ya ciwanan e ku em hemû bi hev re dijîn e. Ji ber ku tiştekî AKP’ê nemaye ku bide civakê, polîtîkayên bi vî rengî yên êrîşkariyê pêk kirine meriyetê. Bi taybet jî van 4 salên dawî li ser partiya me êrîşên pir dijwar hene. Mijara tayinkirina qayuman hîn di pêvajoya hilbijartinan de anîbun ser ziman û yek bi yek dixin jiyanê. Lê wê polîtîkayên qirkirin û tunekirine bi ser nekevin. Em ê têkoşîna xwe berewam bikin."