Navê Têkoşînek 95 salî: Kabîre Dogan

  • 12:22 10 Mijdar 2019
  • Rojane
Rengin Azizoglu
 
XERPÊT - Di ser Mirina dayika yek ji pêşengên PKK'ê û endamê wê Mazlum Dogan ku li girtîgeha Amedê di sala 1982'yan de bi armanca îşkenceyê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî Kabîre Dogan re salek derbas bû. Xuşka Mazlum Dogan Serap Dogan Mutlu bahsa dayika xwe kir. Serap diyar kir ku dayika wê jineke pir cuda bû, ne ji xwe re bû, li gel ku êşa wê gelek giran jî bû gelek bi hêz bû."
 
Di ser Mirina dayika yek ji pêşengên PKK'ê û endamê wê Mazlum Dogan ku li girtîgeha Amedê di sala 1982'yan de bi armanca îşkenceyê şermezar bike di 24 saliya xwe de dawî li jiyana xwe anî Kabîre Dogan re salek derbas bû. Kabîre Dogan ku du lawê xwe dan di rêya têkoşîna ji bo Azadiya Kurdistanê de heta 95 saliya xwe bi hesreta zarokên xwe jiya, qet ji sekna xwe ya berxwedêr tawîz neda û bi têkoşîna xwe ji hiş û dilê her kesî de cihê xwe girt.
 
Xuşka Mazlum Dogan Serap Dogan Mutlu têkoşîna birayên xwe û dayika xwe Kabîre Dogan ji ajansa me re vegot. Serap diyar kir ku zarokatiya wan li gundê Goman ê Mazgîrtê li taxa Seydanê derbas bûye. Serap got piştre bavê wan ji bo ku zarokên wî perwerdeyê bibînin li Karakoçanê şevneşînek ava kiriye lê xwişka wê ji bo ku ji dayika xwe re bibe alîkar nedane xwendin lê yên din dane xwendin. 
 
'Mazlum gelek bi Delîl Bawer bû'
 
Serap bahsa birayê xwe Mazlum kir û got ku Mazlum ji ber ku gelek biaqil bû dema xwe îdade dikir gelek zahmetî dixişand  ûwiha  got: "Mazlum dema ku hêrs dibû di axaftinê de zahmetî dikişand lê gelek bi aqil bû. Mazlum gelek dixwand û gelek bi wicdan û hestiyar bû. Delîk û Mazlum gelek ji hev hez dikirin û hev diparastin. Mazlum bi delîl gelek bawer bû. Mazlum di warê teoriyê de gelek zîrek bû, nizanibû şer bikira. Delîk qet nedixebitî û di warê piratîkê de gelek zîrek bû. Me qet texmîn nedikir ku Delîl tevli têkoşînê bibe. Gelek çeleng û dengê wî jî xweş bû, li gîrtar û mandolînê dida. Delîk Karate jî dikir û bi van karan mijûş bû. Delîl ji Mazlum bi bandor bû. Li gel ku Mazlum ji Delîl Mezin tir bû jî Delîl di şeran de ew diparast."
 
'Dayika xizanan bû'
 
Serap* diyar kir ku dayika wê hin caran gelek hêrs dibû, lê bi taybetî zarokên keç diparastin û ev tişt got: "Dayika min digot 'bila keçên min li mala min rehet bijîn dibe ku di dema pêş de cihê biçinê ne rehet be.' Dayika min miroveke gelek baş bû tu zerara wê li kesekî nedibû. Hemû tiştên xwe parave dikriin û dayika xizanan bû. Ewqas destvekirî bû ku bavê min carna henek lê dikirin û digot 'ger ne ji Kabîre bûya niha stûna mala me zêr bûya.'  Bavê min gelek dixebitî lê ji ber ku dayika min her tişt  belav dikir tu tiştekî me nedima. Lê malbata me bi dayika min dihat nasîn. Kesekî nedigot mala Kazim û digotin mala Kabîreyê. Wê demê her kes xizan bû, xwndekar li ber mûmê ders dixebitîn, hin kesan ji mecbûrî nanê kufikî dixwar. Lê dayika min bi her kesî re dibû alîkar."
 
'Bi têkoşînê nasnameya xwe nas kir'
 
Serap di berdewamiya axafitna xwe de got ku beriya têkoşîna azadiya Kurdistanê bi kesekî re hişmendiya neteweyî li gundê wan tune bû, dayika wê ji bo ku hînî tirkî bibe gelek hewl dida û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: "Dayika min hewl dida ku bibêje ez tirk im û digot 'tirkên rastyeqîn em in'.  Lê di eslê xwe de nizanibû  û ji ber ku tişta bi me dixwestin bidin qebûlkirin qebûl neke wiha digot.  Li gel ku em elewî bûn demakê jî dayika min li gor baweriya sûniyan diçû û serê xwe girtibû.  Lê piştre dayika min bi pêşektina têkoşînê re gihaş heqîqeta xwe.  Dayika min bahsa bûyerên Dêrsimê dikir û digot hemû kesên girîng qetil kirin. Dayika min digot em kurd in lê dixwazin me asîmîle bikin û li gorî heqîqeta ku bi têkoşînê re hîn bû jiya."
 
'Heta dawî li pişt wan bû'
 
Serap diyar kir ku di malbata wan de di serî de Mazlum tevli têkoşînê bûye û piştre jî Delîl û bi têkoşîna wan re bi her kesî re hişmendiyeke cuda çêbûye. Serap Wiha berdewam kir: "Her çend ku dayika min têkoşîna birayên min asteng nekira jî digot, 'berê bixwînin û hûn ê wê dem bêhtir bi gelê xwe re bibin alîkar.' Lê Mazlum digot, 'kurd bi girtina kar rizgar nabin. Têkoşîneke topyekûn divê.' bi van gotinan dayika min îkna dikir. Dayika min piştre qet ji têkoşîna zarokên xwe tawîz neda û her li pişt wan sekinî."
 
'Me xwarin dixwar lê wê nedixwar'
 
Serap got ku dema birayên wê mal terikandine dayika wê pir ew meraq kriine û ev tişt got: "Me xwarin dixwar lê wê nedixwar, dayiamin dema rûidinişt û radibû jî her birayên min di hişê wê de bûn. Ji ber ku dayika min xwarin nedixwar me digot em jî naxun. Em dizanibû ku birayên min fadar in û me ew baş nas dikirin. Wê jî dilê me gelek diêşand .Dema Mazlum hat girtin 9 mehan hayê dayika min jê çênebû. Ji ber ku Mazlum nexwestibû hayê wê jê çêbibe.  Piştî ku xizmekî me ket girtîgehê ji dengê Mazlûm ew nas kiriye û piştî tehliye bû wî ji dayika min re got.  Piştî ku hayê dayika min jê çêbû em çûn girtîgehê serdana wî."
 
'Lawê min tu çawa yî'
 
 Serap got piştî ku Mazlum ket girtîgehê dayika min her hefte diçû girtîgehê û di dirêjiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: "Divê hinek bi Mazlum eleqedar bûne. Em her bi dayika min re diçûn hevdîtinê. Berê li girtîgehên din em dikaribûn biaxiviya lê li girtîgeha Amedê ya Hejmar 5 em nikaribûn biaxiviya. Divê me di 4 saniyeyan de derdê xwe bigota. di çar saniyeyan de mirov dikare çi biaxive?  dayika min herî zêde digot 'lawê min tu çawa yî.'  Carna jî me Mazlum nikaribû bi mehan bidîta. Ew dikrin îşkenceyê û ji ber ku rewşa wî xirab bû jî bi mehan nîşanî me nedian. Lê dayika min qet dest ji lêgerîna wî berneda."
 
'Ji ber bersiv da gelek lêdan xwar'
 
Serap wiha bahsa hevdîtinên li girtîgehê yên dayika xwe kir: "Rojekê kincên wî danîn derve. Gek kêfa me hat. Me got em ê bibîn û bîhn bikin. Me digot em ê bişon û careke din jê re bibin. Dayika min wê rojê şimika xwe winda kiribû, bê şimik mabû. Dema ku em li şimika diya min digeriyan Esat Oktay me dît. Esat ji rêya xwe vegeriya û em ji wir girtin. Hemû alavên me belav kirin.  Em gelek li ber ketin. Ez û dayika xwe li  wê dibin çavn de man.  Mazlum anîn gel me û li ber çavên me îşkence lê kirin. Dayika min ji bo Mazlum xemgîn nebe xwest bê çidibe hîn bibe.  Ez wê demê gelek bi dayika xwe re hêrs bûm û min got ger şimika te nebûye em niha ne li vir bûn.  Lê niha wiha nafikirim.  Em wê rojê li ku bûna em ê bihat girtin. Li qwîşan îşkenceyeke zêde hebû.  Tenê carekê tişta gardiyan ji dayika min re got dayika min jî bersivî da û wê demê gelek li dayika min dan. Sakîne Cansiz ji ber ku li daiyika min dan gelek xemgîn bû û got 'çawa li jineke di vî temenî de didin.' Sakîne bi saetan giriya."
 
Mazlum Dogan: Dayê Delîl jiyana xwe ji dest da ne wiha?
 
Serap diyar kir ku kuştina Delîl dayika wê gelek xemgîn kiriye û wiha berdewam kir: "Delîl gelek bi hêz bû. Lê herêma me wekî efsane bû.  JI bo Delîl ji bajarên derdorê tîmên taybet hatibûn. Lê gel vê bi guleyeke ku lê ketibû ji ber ku xwîn ketibû nava wî jiyana xwe ji dest dabû.  Di serî de naçin ser û gundiyan dişînin ser.  Dema ku delîl jiyana xwe ji dest da dayika min gelek xemgîn bû. Ji ber ku ne li bendê bû. Li gel ku dayika min gelek bi hêz bû bi rojan bi ser xwe nehat. Dayika min ji bo Mazlum xemgîn nebe bahsa delîl nake dema diçe girtîgehê. Lê Mazlum diprse û dibêje 'Delîl jiyana xwe ji dest da ne wiha dayê'. Dayika min piştî wê pirsê ji Mazlûmre dibêje ku Delîl jiyana xwe ji dest daye."
 
'Bi şanazî bahsa wan dikir'
 
Serap got dema Mazlûm jî dawî li jiyana xwe aniye hayê dayikam wê jê tunebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku gotin ciwanekî ji dêrsimê xwe şewitandiye hayê dayika min jê çêbû. Ewê sekna dayika xwe qet ji bîr nakim. Dayika min got,'Agir bi mala her kesî ket, Du zarokên min çûn yên kesên din 5 çûn.  Lê ji hin malan jî çar, pênc û belkî jî deh kes çûn. Xwedê sebirê bi wande.'  Dayika min tenê ne ji xwe re bû. Helet êşa dayika min gelek mezin bû lê yên jê zêdetir êş kişandin jî hebûn."
 
'Cenazeyê wê gelek qelebalix bû'
 
Serap wiha bahsa cenazeyê dayika xwe kir: "Dayika min di 11'ê Mijdara 2018'an de di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da .Cenazeyê wê gelek qelebalix bû. Ev ji bo me jî şanazî bû. Lê gelek tundî ji aliyê delwetê de li me hat kirin û xwarina me ya cenaze  jî nekirin gund. Hemû rê girtin û mirov mecbûr man bimeşin. Jina 95 salîî wekî sudara herî mezin hat pênasekirin. Me dayika min di bin van şert û mercan de defin kir." 
 
'Em bi nanê wê mezin bûn'
 
Serap got ku piştî dayika wê jiyana xwe ji dest daye ji aliyê her kesî ve bi başî hatiye bîranîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Her kesî got em bi nanê wê mezin bûn. Di demên dawîn de car caran hişê dayika min diçû û dihat. Hin caran ji bo rêportajê dihatin lê dayika min teli hev dikir hin tişt. Tenê ne dayika min gelek jinên kurd ên wekî dayika min hene. 95 salên wê bi zahmetî derbas bûn. Min digot ku dayika min jiyana xwe ji dest bide ez ê li ber nekevim lê dema mezin jî jiyana xwe ji dest didin êşa wan cuda ye."