'Divê gotina ewil û dawîn a jinan be'

  • 09:13 10 Mijdar 2019
  • Rojane
Dîlan Dabat-Habîbe Eren
 
ENQERE - Lîstika şanoyê ya bi navê Çatlak piştî Îzmîrê li Enqereyê hat lîstin. Ji ekîba Şanoya Sarduyan, Duygu Şahlar, da zanîn ku ew kolektîfek hunerê ya jinan armanc dikin û got ew bixwe bawerin ku wê tiştekî zayendperest nekin. 
 
Lîstika yek perdeyê ya bi navê Çatlak piştî Îzmîrê li Enereyê li ser Dika Yilmaz Guney derket pêşberî temaşevanan. Ji Ekîba lîstikê Duygu Şahlar ku bi KHK’ê ji pîşeya xwe ya mamostetiyê hatibû îxrckirin,der barê lîstikê de axivî û da zanîn ku Şanoya Sardunya wê çîrokên jinan vebêje. Duygu der barê Sardunya, Şano û jinan de axivî.
 
*Hun dikarin hinek behsa xwe bikin? Hun ji kengê de bi şqnoyê re mijûl in?
 
Ez ji salên zanîngehê de bi şanoyê re mijûl im. Min gelek ekîbênkolektîf nas kir. Piştî çend ekîbên şano û muzîkê min li Îzmîrê cih girt. Me li wir cerebandinên xwe kirin. Yek ji van jî şano bû. Mijarên jinan, lêkolînkirina çîrokên jinan hinek ji van bûn. Me ev çîrok nas kirin û me dest bi lîstikan kir. Dema me roman kir lîstik hinek zehmet bû. Piştre bi alîkariyê me tiştên baş derxistin holê.
 
*Çîroka Şano Sardunya çawa dest pê kir?
 
Me got em bi jinan re şanoyekê av bikin. Me got di pêvajoyên hilberîn û biryarên hunerî de ger ku jin hebin, divê gotina ewil û dawîn a jinan be. Bi vê em derketin rê. Çatlak jî lîstika ewil a Şano Sardunya ye. Lîstik li fikra Sardunya jî hat. Sardunya fikra hevalek me bû. 
 
*Hun dikarin behsa Çatlak bikin?
 
Lîstik li taxekê derbas dibe. Çîroka koçberiyê ya maleke li wê taxê ye. Jiyanek malbatek Sêwasê ya li wê taxê dijî. Vê jiyanê hemû jin bi hev girê dane. Kesên ev çîrok xwend got ‘ez jî ez jî ez jî’. Me jî ev veguhert formateke ser sahneyê. Me kir şano. Lîstikek yek kesî ye. dekor, kostumên wê tiştên biçûk in. Me bi aweyekî herî sade ama de kir. Lîstika me ya ewil di 2’ê Mijdarê de li Îzmîrê bû. Ya duyem jî li Enqereyê bû. Em ê ji vir şûnde jî di riya xwe de berdewam bikin.
Jin dema lîstikê temaşe dikin, têkiliyan bi hev re ava dikin. Em dixwazin ev lîstik mezin bibe, her kes ji hev re vebêje û çîroka xwe vebêje.
 
*Di şanoyê de hevdîtina çîrokên jinan tê çi wateye?
 
Di esasê de niha xebatek heye. Ekîb belkî jî dibêj em tenê çîrokên jinan nalîzin. Ev hinek bi îdia ye. Lê der barê vê de kesên hinek tiştan dikin hene. Me herî dawî li sahneyê tiştên ku nedixwest jiya. Me demên ku mêrekî tenê got ‘ çi karê jinan li ser sahneyê heye jiya’. Me wan deman dît ku jinan çawa serî hildaye. Di şanoyê de hewcedariya me bi nûbûna metn heye.
 
 Divê em li ser vê nûbûnê bisekinin.
 
Ji ber em bi îdiayek wisa derketin rê û ji ber vê em ê çîrokên jinan bi awayekî bînin hember hev. Nebe em ê binivîsin. Em bi xwe bawer in ku tiştkî zayendperest û serdest pêk naynin. Em ê lîstikên ku xwe ji Patrîarkariyê xwedî dikin nelîzin.
 
* Di qada şanoyê de pisgirêkên çawa hene?
 
Li vî welatî pirsgirêkên cidî yên aboriyê hene. Ji ber vê gelek şano nikarin xwe bidin berdewamkirin.Tenê bi berdewamkirina şanoyê, meşandina jiyanê ne pêkan e. Bêguman beyî şanoyên piştgiriya aborî digirin. Pirsgirêka herî mezin sahne. Kêm sahne hene û kîrê gelek zêde ne. Ev pirsgirêk hene.Lîstika Çatlak gelek nû ye. Ya yekem ev e. Hedefa me ev e ku em vê lîstikê bibin her cihî.