Jinên Bab El-Xêrê: Malên me bi bi keda destan ava kirin, dişewitînin

  • 09:08 10 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên Gundê Bab El-Xêr yên Navçeya Zirganê gotin: "Malên ku me bi ked û xwêdana xwe çêkir dewleta tirk û çeteyên wê îro dişewitînin û talan dikin."
 
9'Cotmehê dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Rojava kirin. Di encaman êrîşan de bi hezaran kes ji mal û axa xwe koçber bûn û niha li gundên derdorê bicih dibin, bi hêviya vegera gund û navçeya xwe.Gundê Bab El-Xêrê yê girêdayî Navçeya Zirganê bû hedefa dewleta tirk û hevkarên wê. Gund talan kirin û niha dest bi şewitandina wê dikin. Têkildarî vê mijarê jinên Bab El-Xêrê yên ku li gundê Til Nesrî yê girêdayî Navçeya Til Temirê bicih dibin bertekên xwe nîşan dan. 
 
'Dewleta tirk bi çi mafî malên kurdan dişewitîne?'
 
Iwêş Silêman a dayika du şehîdan e wiha dibêje:"Dewleta tirk bê exlaq û bê wîjdan e. Em xwediyê vê axê ne û em lê jiyane û ew geş kiriye. Îro dewleta tirk tê û dibêje derkevin. Ma cîhan jî nabîne? Îro agahî ji min re hat û gotin ku dewleta tirk û çeteyên wê agir berdidin mal û milkên gel. Bi taybet jî yên kurdan hedef digirin. Mala me jî yek ji wan e. Hêz û îradeya me heye û wê serkeftin jî ya me be."
 
'Zarokê me tî û birçî radizên zarokên Erdogan jî di qesra de dijîn'
 
Ferîda Elî jî dibêje ev 20 roj in ew li çolan radizen û wiha dewam kir: "Dewleta tirk çima malên me didize û ji xwe re dibin, ma exlaq û wîjdanê mirovatiyê li kuderê maye? Çima wê zarokên me li çolê razên û zarokên Erdogan li qesra razên, çima wê zarokên me tî û birçî bin û zarokên Erdogan têr bin, ma di encamê de giş ne zarok in. Çavên me derketin heta ku me mala xwe ava kir. Ma ka wicdanê mirovatiyê li ku ma?"
 
'Min zarokên xwe li ser vê axê mezin kir'
 
Şemsa Bozan jî wiha got: "Em ji Kobanê ne 20 sal in em li Zirganê dijîn. Em di destpêkê de cotkar bûn me ava Cizîrê vexwar û aboriya wê geş kir. Min zarokên xwe li ser vê axê mezin kir. Îro dewleta tirk jî keda me xwarin, talan kirin û dizîn. Di vî şerî de mirov di aliyê aboriyê de jî zirar dît. Îsal hatina pembo pir baş bû, lê xwedê ji wan re nehêlin, nehiştin em rakin. Em dixwazin vegerin malê xwe û em ê dîsa dest bi çandiniyê bikin û rih vegerînin gund û navçeya xwe."