Jinên Um El-Kêfê: Jiyana me di xeteriyê de ye

  • 09:05 10 Mijdar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên Gundê Um El-Kêfê yê girêdayî Navçeya Til Temirê û nêzî gundê Qasimiyê ye wiha dibêjin: "Jiyana sivîlên gund di xeteriyê de ye. Heger dewleta tirk êrîş bike wê komkujî çêbibe."
 
Ev çend roj in, dewleta tirk û hevkarên wê dixwazin ji gundê Qasimiyê ber bi gundê Um El-Kêf û gundên derdorê werin, lê şervanên QSD'ê destanên lehengiyê dinivisînin û berxwedaneke bêhempa di aliyê parastina rewa de dide meşandin û rê nade ku dewleta tirk û komên girêdayî wê gavekê jî pêş de werin. Têkildarî vê mijarê jinên  gundê Um El-Kêf yê girêdayî Navçeya Til Temirê û nêzî gundê Qasimiyê ye derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Divê dewleta tirk ji ser axa me biçe'
 
Ayîşa Ehmed a 50 salî diyar kir ku ew naxwazin axa xwe terk bikin û wiha dom kir :"Gundê me tijî sivîl in û em ji êrîşên dewleta tirk û bombebarana wê natirsin. Niha zarok li cihekî ne û dê û bav li cihekî din in. Heger rehim di dilê dewleta tirk heba wê demê me qetil nedikir. Olê wan heye û olê me heye û em her du jî misliman in, çima ew serjêkirin, qetilkirin û tecawîzkirinê helal dikin?"
 
'Jiyana sivîlan di xeteriyê de ye'
 
Meryem Mihemed dibêje ku li gundê Um El-Kêrê bi sedan sivîl hene û jiyana wan di xeteriyê de ye û wiha dewam kir: "Li gundê Um El-Kêfê bi sedan sivîl hene û jiyana sivîlan di xeteriyê de ye. Em aştiyê dixwazin û em dixwazin ku dewleta tirk gemara xwe kom bike û dîsa vegerin tirkiyeyê. Ew der ne cihê wan e. Ev der warê me ye."
 
'QSD'ê em parastin îro dewleta tirk aramiya herêmê têk dibe' 
 
Elya Hemîd ya ku çay ji têkoşerên azadiyê re amade dikir jî wiha got: "Xwezî ew rojên xweş vegeriyana û gel bi hev re bê tirs û xof bijiya û dîsa dest bi jiyana xwe ya aram bikirana. Hêzên QSD'ê em parastin. Îro dewleta tirk û çeteyên wê aramiya herêmê têk dibin. Dewleta tirk bi çi mafî di herêma Serêkaniyê û Girê Spî de çeteyan bi cih dike û rê nade gelê herêmê ku dîsa vegerin warê xwe. Pêwîst e ji xaka me derkevin."