ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 10 Mijdar 2019
  • Rojev
*Zarokên Efrînê yên ku li Navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi cih bûne û xwendina bi zimanê dayikê berdewam dikin, di derbarê êrîş û hedefgirtina zarokan de gotin: "Em zarok dixwazin mafê me yê jiyanê û azadiyê hebe. Em dixwazin bijîn em naxwazin bimirin. Erdogan zarokan dikuje." DÎMEN HEYE
 
*Edûlê Dewrêş a ji Kobanê ji Helebê heta Serêkaniyê û Til Temirê her bi koçberiyê re rû bi rû maye, lê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bernedaye. Edûlê dibêje:"Erdogan êrîşî kurdewariya me dike û em ê jî dest ji kurdewariyê xwe bernedin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Gundê Um El-Kêfê yê girêdayî Navçeya Til Temirê û nêzî gundê Qasimiyê ye wiha dibêjin: "Jiyana sivîlên gund di xeteriyê de ye. Heger dewleta tirk êrîş bike wê komkujî çêbibe."
 
*Jinên Gundê Bab El-Xêr yên Navçeya Zirganê gotin: "Malên ku me bi ked û xwêdana xwe çêkir dewleta tirk û çeteyên wê îro dişewitînin û talan dikin."DÎMEN HEYE
 
*Lîstika şanoyê ya bi navê Çatlak piştî Îzmîrê li Enqereyê hat lîstin. Ji ekîba Şanoya Sarduyan, Duygu Şahlar, da zanîn ku ew kolektîfek hunerê ya jinan armanc dikin û got ew bixwe bawerin ku wê tiştekî zayendperest nekin. BI DÎMEN
 
*Jina bi navê Şehrîban Nerede di 24’ê Mijdara 2018’an de li Bismilê ji aliyê Ramazan Nerede ve hat qetilkirin. Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Ramazan Nerde ve hat amadekirin ji aliyê 12’emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina yekem jî sibê ye.
 
* Piştî ku Walîtiya Îzmîrê bazara sipiyan a li Yeşîldereyê girt şûnde, bazara sipiyan li Kahramanlar hat vekirin. Esnafên jin yên li bazarê Ozlem Derelî û Başak Kerdem, dan zanîn ku ji ber krîza aborî, hejmara kesên tên bazarê zêde bûye. Ozlemê daxuyakirin ku hêza dan û stendinê ketiye, kesên nikarin ji mexezayan tiştekî bigirin, tên vir. BI DÎMEN