Jinên Şengalê li dijî êrîşên li ser Rojava û Şengalê meşiyan

  • 16:39 9 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞENGAL- Îro jinên Şengalê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava û li ser Şengalê, meşiyan. 
 
Li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li jinên Şengalê li Nehiya Sinûnê ya Şengalê bi pêşengiya TAJÊ meş li dar xistin. Dayikên têkoşerên YBŞ û YJŞ'ê jî beşdarî meşê bûn. Meşê ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê dest pê kir û heta ber navenda Ewlekariya Niştimanî dewam kir. Di meşê de pankartên li ser nivîsên "Bêdengî destekê dide dijminan" hatibû nivîsandin, hat hilgirtin. Piştî meşê jinan daxuyanî dan. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji destpêka avakirina Dewleta Iraqê de her dem mafê jinê di her milî de hatiye binpêkirin û rêz ji bo îradeya jinê nehatiye nîşandan. Bi taybet piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê jinên Êzidî rastî  revandin, firotin, destdirêjiyan hatin. Piştî Şengal ji DAÎŞ'ê paqijkirin şûnde em bi êrîşên dewleta tirk ên eşkere rû bi rû man. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin helwesta xwe  li hember van êrîşan zelal bike.Her wiha êrîşên dewleta tirk li ser Rojavayê Kurdistanê jî didome. Em van êrîşana bi awayekî tund şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî daxuyanî bi dawî bû  xwestekên jinan bi awayekî nivîskî radestî rayedarên Ewlekariya Niştimanî hatin kirin.