Jinan starta 25'ê Mijdarê li Dêrikê dan

  • 14:56 9 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jinan di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de starta xebatên mehekê li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê dan. 
 
Li Mêrdînê jinan di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de starta xebatên mehekê li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê dan. Jinên ku ew ê di meha mijdarê de li qadên cuda bin li Dêrikê çûn nav erdê zeytûna û ziyareta jinên kedkar kirin. 
 
Jinan eleqeyek baş nîşan dan
 
Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak, Hevseroka Şaredariya Dêrika Çiyayê Mazî Mulkiye Esmez û Aktivîstên TJA'yê beşdarî jî beşdarî serdana ji bo jinên kedkar bûn. Ew ê jinên ku serdana wan hatin kirin jî beşdarî vekirina saziya jinê ya di 11'ê mehê de ew ê li Şemrexê pêk were, bibin.