Nûner û mamosteyên ziman: Em dixwazin xwendekar pêş bikevin

  • 11:48 9 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Nûner û mamosteyên ziman ji bo nirxandina asta xwendevanan civînek ji malbatan re li dibistana Ehmed Zal li dar xistin.
 
Sîstemên desthilatdar di perwerdehiyê de ezberkirinê esas digire, ev jî asta fikrandinê li gel mirov sînordar dihêle. Sîstema Netewa Demokratîk ji bo pêşketina asta xwendevanan, nirxandinê esas digire.
 
Nûner û Mamosteyên ziman ê dibistana Ehmed Zal  a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ji bo nirxandina asta xwendevanan civînek li dar xistin. Civîn bi beşdarbûna bi dehan dayik û bavên xwendevanan û  ji aliyê nûnera dibistana Ehêed Zal û Bêrîvan Emîn hate birêvêbirin.
 
'Disiplîn xalek herî girîng a di jiyana xwendevanan de ye'
 
Bêrîvan asta xwendevanan nirxand û wiha pê de çû: "Armanca vê civînê dan û sitandinek di navbera mamoste û malbatan de ye. Di heman demê de ji bo nirxandina asta xwendekaran, rewşa wan em bikaribin ji malbat re bikaribin parve bikin em civiyan. Em dixwazin malbat di warê pêşketina zarokên xwe de bêtir hewil bidin da ku em bi hev re bêtir pêşxistinê bikin armanca. Bi taybet em dixwazin di aliyê disiplînê de malbat alikariya me bikin. Ji ber di hemû karan de disiplîn xalek herî girîng e. Ji bo pêşketina mirov û jiyanek rast pêwistî bi disiplînê heye."
 
'Avakirina nifşekî bi exlaq û polîtîk erka malbat û mamosteyan e'
 
Mamosteya Zimanê Kurdî Helez Mihemed diyar kir ku asta xwendevanan baş e, lê pêwist e di her  heyvekê de em rewşa xwendevanan ji malbatên wan re binirxînin da ku li pêş bikevin û wiha domand: "Em dixwazin nifşekî xwedî ziman, fikir û exlaq ava bikin. Em ezmûnê esas nagirin, em naxwazin xwendevan  ji bo ezmûnê tenê bixebitin, ji bo bi rastî pêş bikevin û hîn bibin em hewil didin. Her em pêşketinê ji xwendevanan dixwazin lewma pêwistî hebû ku em civînek bi vî rengî li dar bixin û rewşa şagirtan ji malbatên wan re binirxînin da ku em bi hev re alîkariya xwendevanan bikin û wan pêş bixin."
 
Helezê bal kişand ser kêfxweşiya malbatên xwendevanan û got: "Malbat pir kêfxweş bûn ji bo vê civînê, da ku rewşa zarokên xwe binasin, erka me avakirina nifşekî bi exlaq û polîtîk e. Em dixwazin her tim malbat pirsa zarokên xwe ji mamosteyan bikin da ku rewşa wan nas bikin û em bikaribin bi hev re zarokan pêş bixin.”
 
Civîn bi nirxandina asta her xwendekarekî ji malbatên wan re bi dawî bû.