Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Em ê bibin parêzvanê azadî û nasnameya xwe

  • 09:16 9 Mijdar 2019
  • Rojane
EDENE - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku li Edeneyê tev li xwarina HDK'ê ya ji bo piştevaniyê bû, anî ziman ku AKP-MHP feraseta Îttihat-Terakiyê rojane kiriye û got: "Em ê bibin cihê tehdîteke çawa? Em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk." 
 
Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Edeneyê, ji bo piştevaniyê xwarinek da. Xwarin li Guneş Restorantê hat dayîn. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, nûnerên Komeleyên Eleqiyên Demokratîk, Komeleya Mafên Mirovan, sendîkayên girêdayî KESK'ê, ESP, Partiya Çepgir a Kesk, CHP, Malên Gel, Emeklî-Sen, Komeleya Dersimiyan, Anadolû-Der, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li xwarinê bûn. 
  
Hevberdevkê Meclîsa HDK'ê ya Edeneyê Ûgûr Bayrak, malavayiya hemû kesên tev li xwarinê bûne kir û got, di pêvajoyeke wiha de hatine cem hev a saziyên demokratîk pir girîng e. 
 
Piştî Ûgûr, Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari axivî û got, Tirkiye bi rejîma yek zilamî tê birêvebirin û Rewşa Awarte hîn jî didome. Tulay, anî ziman ku zext û zoriyên tên kirin, girtin û binçavkirinên tên kirin nîşan didin ku Rewşa Awarte hîn jî didome û got: "Lê belê li ber van zextan em ne bêçare ne." Tulay, bal kişand ser girîngiya projeya HDK'ê û got, li vî welatî HDK bûye dengê kesên tên dîkekirin û tevî hemû zext û zoriyan jî ew li ser piya ne.
 
'Dibêjin qey wê tu kes bi çand û zimanê xwe tev negere'
 
Paşê Hevberdevka HDK'ê Gulîstan axivî. Gulîstan jî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û zext û zoriyên faşîzma AKP-MHP'ê. Koçyîgît, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî ew têdikoşin û got: "Dibêjin qey wê tu kes bi çand û zimanê xwe tev negere. Dibêjin qey wê bi girtin û binçavkirinan me tune bikin. Bila li dîroka me mêze bikin û bibînin. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Li erdnîgariya me xwîn dirije. Ji wî aliyê okyanûsê tên, xwînê tev li axa me dikin. Halbûkî xelasiya me bi hev girêdayiyeç Niha radibin kurd û tirkan, elewî û suniyan, ereb û kurdan dikin dijmin." 
 
'Ne tehdît, em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk'
 
Gulîstan ku got "AKP-MHP'ê feraseta Îttihat-Terakiyê rojane kiriye û em bi vê ferasetê re rû bi rû man", got: "Em ji bo wan bi çi awayî dibin tehdît? Ne tehdît, em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk. Em ê bibin parêzvanê azadî û nasnameya xwe jî. AKP, ji sala 2015'an ve dijminatiya me dike. Yanî bi çavê dijminantiyê li kurdan mêze dike. Ji dêvla aştiyê, dixwaze bi şer û xwînê pirsgirêka kurd çareser bike. Çimkî heger pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, dizane ku wê êdî li vî welatî nikaribe siyasetê bike, wê nikaribe îktîdara xwe biparêze. Divê em têkoşîna xwe ya piralî bilind bikin. Li vî welatî gotin elewî tunene, mizgeft li elewiyan ferz kirin, lê belê em tevî heval û hevrêyên xwe yên elewî çûn emclîsê, em tevî hevalên xwe yên ermenî, suryanî, tevî jinan çûn meclîsê. Niha radibin DAIŞ'a têkşikiyayî dîsa berhev dikin û dişînin Sûriyeyê. Lê wê dîsa têk bişikên. Kesên niha tenê ji bo qoltixên xwe, ji bo qesrên xwe dijîn, ji me ditrisin. Belê dibê bitirsin, bila bitirsin." 
 
Herî dawî Gulîstan, anî ziman ku êdî dem dema bihevrebûnê û yekîtiyê ye.