TJA di çarçoveya 25’ê mijdarê de li Amedê meşê pêk tîne

  • 09:14 9 Mijdar 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Endama PM’ê ya HDP'ê Ozlem Gunduz, diyar kir ku bi pêşengiya TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Amedê wê panel û meşekê pêk bînin û got: “Jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hedef hatin girtin, li dijî çeteyan şoreşek pêk anîn. Em wan ji xwe re esas digirin û rêxistinbûn û têkoşîna xwe mezin dikin.”
 
Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Ser Jinan a Navneteweyî li Tirkiye û cîhanê amadekariyan dest pê kir. Li hemû cîhanê jin di meha mijdarê de bername û û çalakiyên cuda pêk tînin. Jin qadan tije dikin û dengê xwe bilind bikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê starta çalakiyan da. Di çarçoveya bernameyan de li navçeyan bi jinan re tên cem hev û mafên jinan tên vegotin. Endama  PM’ê ya HDP'ê Ozlem Gunduz, diyar kir ku di vê çarçoveyê de wê bernameya xwe aşkera bikin. 
 
‘Peymana Stenbolê tedbîr e’
 
Ozlemê destnîşan kir ku Peymana Stenbolê pêşîgirtina li hember hemû cureyên şîdet û newekheviyê ye û got: “Em dikarin vê di bin çend sernavan de bigirin dest. Di vê dema ku şîdet ewqas zêde ye, dikare tedbîr bên girtin. Yan din jî parastina jinê ye û pêkanîna qanûnan e. Ya din jî xurtkirina jinê ye. Peyamana Stenbolê tedbîr e.”
 
Ozlemê bi lêv kir ku hikûmet bi kampanyayên îmzeyan hewl dide peymana Stenbolê fes bike û got divê ev nêzîkatiyeke ji rêzê neyê destgirtin û got ev pirsgirêka zîhniyetê ye.
 
‘Destkeftî hedef hatin girtin’
 
Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di demên dawî de şîdet derketiye asta herî jor û hema hema her roj jinek tê qetiklirin û got: “Tiştên tên jiyîn ji encama zîhniyeta serdest pêk tên. Ev zîhniyet xwe bi her cureyê şîdet, şer û komkujiyê heyî dike. Nêzîkatiya li hember Peymana Stenbolê jî encama heman zîhniyetê ye.”
 
‘Bernameyên me wê seranserê mijdarê bidomin’
 
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 25’ê Mijdarê û bi lêv kir ku wê seranserê meha mijdarê plansaziya wan hebe, lê ev tenê bi meha mijdarê wê sînor nemîne. “Jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hedef hatin girtin, li dijî çeteyan şoreşek pêk anîn. Em wan ji xwe re esas digirin û rêxistinbûn û têkoşîna xwe mezin dikin.”