Dayikên Berxwedêran:Em hêzê ji têkoşîna zarokên xwe digirin

  • 09:09 9 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Dayikên Berxwedêran êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava şermezar kirin û gotin: “Dewleta tirk cihanê bi terorê tehdîd dike. Em di tank û topên dewleta tirk natirsin. Em hêzê ji têkoşîna zarokên xwe digirin û em ê her şopdarê doza wan bin.”
 
Artêşa tirk û komên girêdayî wê di 9’ê Cotmehê de êrîşî seranserî sînorê Rojava kirin. Piştî ku hêzên QSD’ê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora çeteyên DAIŞ’ê xelas kir, carek din di 9’ cotmehê de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîş kirin. Têkildarî mijarê Dayikên Berxwedêran diyar kirin ku ew ê her dem ji bo welatê xwe û axa xwe têbikoşin û li emaneta zarokên xwe xwedî derkevin.
 
‘Em pişta xwe bi dewletan girê nadin’
 
Dayika Berxwedêr Agirî, Fatma Hesen diyar kir ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û wiha dewam kir: “Me bi berxwedana xwe û zarokên xwe şoreşa Rojava geş kir. Di şerê Kobanê de hêza me bi pêşengtiya Şehîd Arîn berxwedanek pir mezin da meşandin. Fedakariya şehîdan û piştevaniya gelê Rojava hişt ku dewletên navneteweyî piştevaniyê bikin. Me ji tu dewletan re negotiye alîkariya me bikin, lê berxwedana me hebûna me îsbat kir. Hêzên QSD’ê zarokên me ne. Wan cîhan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terora DAIŞ’ê xelas kirin. Îro carek din dewleta tirk êrîşî Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê dike û DAIŞ’ê carek din zindî dike. Em dayikên şehîdan me perçeyek ji kezeba xwe pêşkêşî şoreşê kir û heta dawî jî em ê weke zarokên xwe canê xwe feda bikin.”
 
'Em li pişta QSD’ê ne'
 
Dayika Berxwedêr Telal Rewa Hesen êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: “Şervanên QSD’ê ji bo avakirina jiyanek azad û bi rûmet canê xwe feda dikin. Ew hêza yekemîn a ku karîbû cîhanê ji terorê xelas bike ye. Dewleta tirk cîhanê bi terorê tehdîd dike. Em tenê bi hêza xwe QSD’ê bawer in û heta dawî jî em ê piştgiriyê bidin şervanan û rêka zarokên xwe bişopînin. Dewleta tirk hewil dide demografiya herêmên kurdan biguhere, terorîstên ku ji tevahiya cihanê hatine li herêmên ku dagir dike bi cih dike. Bila wijdanê mirovan van kiryaran qebûl nekin. Her malbatek bi ked û xwêdana xwe malek li vir ji xwe re ava kiriye. Dewleta tirk mafê mirovan binpê dike. Bêdengiya li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker nîşan dide ku destê wan di van êrîşan de heye. Bêdengiya saziyaên mafê mirovan rastiya hevkariya wan eşkere dike.”