'Bêhna Serêkaniyê ji Til Temirê tê'

  • 09:04 9 Mijdar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Sebah Mihemed a 35 salî ya ji Serêkaniyê koç bûye ji bo roja rizgarkirina Serêkaniyê û vegera wê bi hêvî ye. Sebahê dibêje:"Ez ê pêxwas ji Til Temirê bimeşim Serêkaniyê û axa wê maç bikim."
 
Bi sedhezaran kesên ji Serêkaniyê yên ku ji ber balafirên dewleta tirk ên ji 9'ê Cotmehê de dest bi bombebaranê kiribû, bi zorê li welatê xwe bûn koçber. Sebahê jî yek ji wa jinan e ku hêviya wê ya ji bo vegera Serêkaniyê bi dawî nabe. Sebah Mihemed tevî  5 zarok û hevserê xwe li dibistanek li Navçeya Til Temirê, piştî ji Serêkaniyê koç bû, dijî.
 
'9'Cotmehê rojeke tarî û reş e' 
 
Sebahê 9'ê Cotmehê wekî roja reş pênase kir û wiha got: "Ew roj rojeke pir bi êş bû. Rojeke tarî û reş e. Saet derbas nedibû û jiyan ji bo min rawestiyabû.  Xewa min nehat her min rondik dibarandin û min digot hey xweda ma em jî ne mirov in, çima hemî dewlet êrîşî me dikin? Dewleta tirk a hov bi awayekî tund êrîşî axa me dikir."
 
'Bêhna Serêkaniyê ji Til Temirê tê'
 
Sebahê bi lêv kir ku bêhna Serêkaniyê ji Til Temirê tê û wiha dom kir: "Piştî ku em wê şevê derketin, em li Til Temirê li gel malbatên me yê welatparêz bi cih bûn û piştî çend rojan Rêveberiya Xweser em li dibistanan bi cih kir. Ji ber ku hejmara koçberan pir zêde bû. Li vir rêxistinên alîkariyê, alîkariyê didin me lê dîsa jî kêm in, ez gazinan nakim ji ber ez dizanim ku xaka Serêkaniyê ji alîkariyê girîngtir û rûmetir e. Til Temir ji min re gelekî bi nirx e ji ber ku bêhna Serêkaniyê jê tê û ez bendewara wê rojê me ku em dîsa vegerin Serêkaniyê. "
 
'Du caran têk çû vê carê bi rûyê xwe yê eşkere êrîş kir' 
 
Sebahê teqez kir ku Serêkaniyê 3 caran rastî êrîşan hatiye û bi ser ketiye û wiha pê de çû:"Cara yekem Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam û Ehfad El-Resûl, cara duyem jî çeteyên DAIŞ êrîşî Serêkaniyê kirin, lê şervanan êrîşa wan şikandin û ew derxistin. Îro jî dewleta tirk êrîş dike. Bi gelek nav û rûyan êrîş kir, lê bi ser neket vê carê xwest bi xwe êrîş bike û Serêkaniyê bigire, lê wê pilanên wî jî têk biçin û îradeya gelê azadîxwaz bi ser bikeve."
 
'Revandina Aşûriyan pilanek Tirkiyeyê bû'
 
Sebahê diyar kir ku revandina gelê Aşûrî di 2015'an de pilana Tirkiyeyê bû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Berê li Til Temirê bi sedhezaran gelê Aşûrî dijiyan. Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê beşek ji Aşûriyan derketin derveyî welat û beşek jî di êrîşa DAIŞ'ê ya  23'ê Sibata 2015'an de jî hatin revandin. Revandina gelê Aşûrî jî pilanek Tirkiyeyê bû."
 
'Em ê vegerin kolan û bajarê Serêkaniyê û dîsa wir zindî bikin'
 
Sebahê da xuyakirin ku ew ê dîsa vegerin axa xwe û wiha got:"Sivîl qetil kirin û çekên qedexekirî bi kar anîn. Ma gunehê van zarokan çi ye bi çekên Erdogan bişewitin? Erdogan axa me çewisand lê em ê dîsa vegerin ser axa xwe û wê paqij bikin û dîsa jiyanê lê zindî bikin. Kolanên Serêkaniyê niha sêwî ne, em ê wê sêwî nehêlin û vegerin wê zindî bikin."
 
'Em ê Serêkaniyê ji nû ve ava bikin'
 
Sebahê anî ziman ku tu carî hêviya wê ya ji bo vegera Efrînê bi dawî nabe û wiha domand: "Ne xema hêz û dewletan e ku bi sedhezaran kes hatin koçkirin. Îro ne tenê Kurd, Ereb û Aşûrî jî bi êrîşan re rû bi rû ne. Ev êrîşan li dijî gelê divê bê sekinandin. Em ê vegerin welatê xwe ji nû ve avabikin û waneyek ji berxwedanê nîşanî cîhanê bidin."
 
'Ez bendewara mizgîniya rizgarkirina Serêkaniyê me'
 
Sebahê  wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bendewara mizgîniya rizgarkirina Serêkaniyê me. Roja ku Serêkaniyê were rizgarkirin ez ê pêxwaz ji Til Temirê heta Serêkaniyê bimeşim û erdê wê maç bikim."