ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 9 Mijdar 2019
  • Rojev
* Jinên koçberên Serêkaniyê daxwaza vegera warê xwe wiha anîn ziman: “Baweriya me ne bi Rûsya, ne jî bi Tirkiyeyê tê. Bila ji xaka me derkevin. Em ê welatê xwe ji nû ve ava bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Sebah Mihemed a 35 salî ya ji Serêkaniyê koç bûye ji bo roja rizgarkirina Serêkaniyê û vegera wê bi hêvî ye. Sebahê dibêje:"Ez ê pêxwas ji Til Temirê bimeşim Serêkaniyê û axa wê maç bikim."DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Rêveberiya Dibistananan a Kantona Hesekê Jînda Ehmed diyar kir ku 110 dibistan ji bo koçberan hatine vekirin û got: "Êrîşên dewleta tirk, êrîşa li ser zanistê ye."DÎMEN HEYE
 
*Koçberên Serêkaniyê diyar kirin ku dewleta tirk û komên girêdayî wê li herêmên ku bi cih bûne talanê dikin û wiha got:"Dewleta tirk û çeteyên axa me dagir kir û bû sedem ku em koç bikin. Em li ser axa xwe bûn koçber û em zehmetiyan dibînin.Bi hatina demsala zivistanê em rastî zehmetiyan tên. Lê pêwist e sûcê qetilkirina jin û zarokan bê pirsîn."DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Berxwedêran êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava şermezar kirin û gotin: “Dewleta tirk cihanê bi terorê tehdîd dike. Em di tank û topên dewleta tirk natirsin. Em hêzê ji têkoşîna zarokên xwe digirin û em ê her şopdarê doza wan bin.”
DÎMEN HEYE
 
*Nuran Ozyilmaz a ku di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin û bi her cûreyên tundiya mêr re rû bi rû maye li Qersê yêkem jina rahijmend e. Nuranê got: "Ger ku mirov di têkoşîna azadiyê de hêdî nemeşe û mirov di heman gavê de alê veke ew têkoşîn dê ne serkeftî be. Min hêdî hêdî têkoşîn da û  ez gav bi gav gihiştim armanca xwe." BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay pêvajoya dawî nirxand û da zanîn ku dem êdî ne dema gotinê ye û wiha got: “Kurd azad nebin jin jî kedkar jî nikarin azad bin. Ger Mûnzûr Heskîf ne azad be, Çiyayên Kaz jî ne azad in. Rizgarî bi hev re dikare pêk bê.”BI DÎMEN
 
*Endama PM’ê ya HDP'ê Ozlem Gunduz, diyar kir ku bi pêşengiya TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Amedê wê panel û meşekê pêk bînin û got: “Jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hedef hatin girtin, li dijî çeteyan şoreşek pêk anîn. Em wan ji xwe re esas digirin û rêxistinbûn û têkoşîna xwe mezin dikin.”