Nobeta ku li şaredariya Riya Armuşê hat destpêkirin didome
- 08:37 9 Mijdar 2019
- Rojane
WAN - Di operasyona serê sibehê de Hevşaredarên HDP'ê yên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt hatibûn binçavkirin. Ji bo berdana hevşaredaran nobeta ku HDP'yiyan li şaredariyê dayê destpêkirin didome.
Di operasyona serê sibehê de Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kurt hatin binçavkirin. Bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Saît Dede, endamên meclîsa şaredariya Riya Armuşê, hevserokên HDP'ê yên Wanê hevşaredarên Qelqelî, Bêgirî û Elbakê li şaredariya Riya Armûşê ji bo berdana hevşaredaran dest bi çalakiya nobetê kirin. Nobeta ku hatiye destpêkirin didome.