Şêniyên Helebê bi meşek girseyî êrîş şermezar kirin
- 17:23 8 Mijdar 2019
- Rojane
HELEB - Şêniyên Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava daketin qadan.
Bi pêşengtiya Kongreya Star bi sedan şêniyên bajarê Helebê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava daketin qadan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef û Amara û alên YPJ/YPG'ê, Tevdem û Kongreya Star hatibûn hildan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir.
Piştî meşê bideqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Rêveberiya Kongreya Star Verjîn Mihemed axivî û êrîşên li ser Rojava şermezar kir û wiha got: "Em berxwedana gelê xwe silav dikin. Em ê berxwedana xwe bi serkeftinê mîsoger bikin. Me soz daye şehîdên xwe em ê li ser şopa wan bimeşin. Em rê nadin dagirkeriyê û em ê li berxwe bidin."
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana QSD'ê" bi dawî bû.