Walîtiyê belavkirina broşurên 25'ê mijdarê qedexe kir

  • 15:56 8 Mijdar 2019
  • Rojane
ÊLIHÊ - Broşurên Meclisa Jinan a HDP'ê ku wê di çarçoveya 25'ê mijdarê de bihat belavkirin ji aliyê walîtiyê ve hatin qedexekirin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê a Navneteweyî broşuran belav bike. Lê bi hinceta "Biryara Walîtiyê heye" belavkirina broşurên ku jinan xwestin belav bikin hat astengkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Bajêr a HDP'ê Gulcemal Erdînç û endamên Meclisa HDP'ê bertek nîşanî astengkirin belavkirinê dan. 
 
Jinên ku li avahiya bajêr a HDP'ê daxuyanî dan, helwesta walîtiyê şermezar kirin.