Şaredariya Artukluyê tabeleya ku bi 4 zimanan li ser niîvs hebû rakir

  • 15:09 8 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Artukluyê ya AKP'ê tabelaya ku bi 4 zimanan navê şaredariyê li ser hatibû nivîsandin rakir û tabelaya ku tenê li ser tirkî nîvsandî bû daliqand. 
 
Şaredariya Artukluyê ya AKP'ê ya Mêrdînê tabelaya ku li ser navê şaredariyê bi kurdî, suryankî, tirkî û erebî nivîsandî bû rakir. Tabelaya ku bi hinceta tê nûkirin hat rakirin tenê bi nivîsa tirkî hat daliqandin. 
 
Ji bo endamên meclisa şaredariyê yên HDP'yî ku bertek nîşan dan jî got, "Şewitîbû me nûkir."