Li Meclisa Şaredariyê binçavkirina hevşaredaran hat şermezarkirin

  • 13:14 8 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Endamên Meclisa Şarededariya Rêya Armûşê, di civîna xwe ya meha Mijdarê de binçavkirina hevşaredar Şehzade Kurt û Azîm Yacan ku hatin binçavkirin û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.
 
Li nvçeya Rêya Armûşê ya Wanê piştî ku hevşaredar Şehzade Kurt û Azîm Yacan yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  serê sibehê hatin binçavkirin,  meclisa şaredariyê cîvîna xwe ya meha mijdarê pêk anî.  Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û Murat Sarisaç, rêvberên HDP'ê yên bajar û navçeyan, hevşaredar û endamên meclisê tevli cîvna hat lidarxistin bûn.   
 
'Edalet ji her kesî re lazim e'
 
Di civînê de Hevberdevkê Meclisa Şaredariyê Murat Oner axivî û wiha got: "Divê di serî de em ji vê pêvajoyê re bibêjin êdî bese. Êrîşên li ser partiya me berdewam dikin û ji kurdan re dibêjin, 'hun çiqas hilbijêrin em ê ji peywirê bigirin'. Qanûnên xwe yên şaredariyan jî pêk naynin. Tayînkirina qeyûman helwesteke siyasî ye. Em ê heta dawî li şaredariya xwe xwedî derên.  Kesên ku em bê sebeb bi lêpirsînan dan girtin îro li Girtîgeha Sîlivriyê tên girtin.  Edalet rojekê wê ji her kesî re lazim be."
 
'Hevşaredarên me îradeya bajêr in'
 
Parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç jî wiha got:"Ev ne tiştekî ku em biyaniyê wê ne. Li welatê me bi qirkirina siyasî re têkoşîna mafan tê tunekirin û hevşaredarên me îradeya bajêr in."
 
Piştî axaftinan civîna meclisê bi dawî bû.
 
Bendemayîna HDP'yîyan li avahiya şaredariyê berdewam dike û rojnamegerên ku li ber avahiyê bûn jî ji aliyê polîsan ve hatin dûrxistin.