Dewriyeya Tirkiye ya li Rojava sîvîlek qetil kir

  • 12:38 8 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên tirk û rûs di çarçoveya Peymana Soçî de li navçeya Girkê Legê bi maşîneyên zirxî dewriya hevpar geriyan. Xelkê navçeyê bi kevir û pêlavan dewriye şermezar kirin. Dewriya artêşa tirk êrîşî kesên nerazîbûna xwe li dijî wan nîşan didan, kir. Dewriya artêşa Tirk sivîlê bi navê Serxwebûn Elî qetil kir.
 
Di çarçoveya Peymana Soçî ya Rûsya û Tirkiyeyê de leşkerên tirk û rûs li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3'yemîn dewriyeya hevpar geriyan. Dewriye li herêma navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê bi maşîneyên zirxî pêk hat. Dema ku dewriye ango maşîneyên zirxî li gundê Dêrna Axa ya Girkê Legê derbas dibûn, ji zarokan heta kal û pîrên herêmê kevir û pêlavên qetiyayî avêtin dewriya hevpar û şermezar kirin. Dewriyeya Artêşa Tirk bi gaza îsotê, êrîş kesên nerazîbûn nîşan didan kir. Dewriya artêşa Tirk sivîlê bi navê Serxwebûn Elî yê ji Gundê Til Cemalê ye qetil kir.
 
Di dema kêliya şermezarkirinê de dîmenên balkêş derketin holê. 
 
Roja 5'ê mijdarê jî dewriya hevpar a Tirkiyê û Rûsya li herêma Kobanê ku digeriya welatiyên Kobanê berteka xwe nîşan dabûn û konvoya hevpar bi avêtina keviran şermezar kiribûn.