‘Em ji ber ewlehiya wî bi fikar in’

  • 09:24 8 Mijdar 2019
  • Rojane
EDENE- Girtiyê bi navê Haşîm Gezer dema grevên birçîbûnê de surgunê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê hat kirin. Xwişka wê Asya Gezer axivî û diyar kir ku birayê wê saleke di hucreyê de tê girtin û got ew ji ber ewlehiya canê wî bi fikar in û divê demildest wî bigirin koguşê.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê. Piştî Leylayê gelek siyasetmedar û girtî jî tevlî vê çalakiyê bûn. Yek ji van girtiyan Haşîm Gezer ê ku sê sal berê hatibû girtin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 22 sal ceza lê hatibû birînê bû. Haşîm salek berê ji girtîgeha Mêrdînê surgunê girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê bû. Xwişka Haşîm, Asya Gezer da zanîn ku ew ji ewlehiya canê Haşîm bi fikar in û got dema grevên birçîbûnê de Haşîm ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin û parsuya wî yek hatiye şikandin.
 
‘Bi ser koguşan digirin û derb dikin’
 
Asyayê bi lêv kir ku Haşîm nehatiye dermankirin û got ji bo rewşa birayê wî hîn bêtir xirab nebe divê demildest bikevin tevgerê. Asyayê wiha got: “Birayê min ji roja surgunê girtîgeha Xarpêtê bûye di hucreyê de tê girtin. Bi tena serê wî derdixin hemû çalakiyan. Daxwaznameyên wî û hevalên wî ji aliyê îradeyê ve tên çirandin. Çend rojan carê bi ser koguşan de tê girtin û derb dikin.”
 
‘Bila ev zilm bi dawî bibe’
 
Asyayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan bi dawî bibe û wiha dawî lê anî: “Em ji ber ewlehiya canê girtiyan bi fikar in. Zext li xizmên girtiyan jî tê kirin. Bi awayekî kêfî didin sekinandin. Lêgerînên ku rûmeta mirovan dişkînin dikin. Bila demildest ev zilm bi dawî bibe.”