‘Divê tu zarok di girtîgehê de mezin nebe’

  • 09:20 8 Mijdar 2019
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Ji ber 6 sal û 7 meh li Hulya Usanmaz hatibû birîn, AvşînA biçûk jî ku nexweşiya wê ya hemanjîom (tumura damar) hebû 11 mehan bi dayika xwe re li girtîgehê ma û di rojên borî de bi dayika wê re hat tahliyekirin. Hulyayê da zanîn ku ji bilî wan bi sedan zarok li girtîgehê mezin dibin û got: “Girtîgeh ji bo zarokan ne cihekî azad e. Ji bo pêşeroja zarokan divê di mijara zarokên li girtîgehê hesas bê tevgerîn.”
 
Hulya Usanmaz ji ber 6 sal û 7 meh ceza lê hat birîn di meha Kanûnê de hat girtin. Hulya Usanmaz bi keça xwe ya biçûk Avşînê re ku nexweşiya wê ya hemanjîom (tumora damarê) 11 mehan di girtîgehê de ma û bi daxwaza berdana bi kontrol ji girtîgeha Tîpa T ya Amedê hat tahliyekirin. Ji ber dermankirina Avşînê nehat kirin, birînên li ruyê wê avêtin qirik û çavên wê û piştî hat tahliyekirin, hat hînbûn ku sewqî nexweşxaneya Edenê hatiye kirin. Hulyayê ji bo zarokên li girtîgehê dimînin bang li wezareta dadê kir û got, "Bila zarok azad mezin bibin."
 
‘Me her roj radikir revîrê’
 
Hulyayê destnîşan kir ku di rojên borî de hatine tahliyekirin û piştî hatine tahliyekirin her roj çûne nexweşxaneyê û got: “Birînên ruyê keça min avêtIN qirik û çavên wê. Hatibû astek xeter. Avşîn zarokek nexweş bû. Hem nexweş bû hem jî girtîgeh hawirek ji bo zarokan qet nebaş bû. Di alî xwarinê de jî pir pirsgirêk jiya. Her der hesin û beton bû. Ew der ji bo zarokan ne cihekî baş e. Gelek caran ket, me rakir nexweşxanê. Avşînê salekê ev rewş jiya. Em naxwazin êdî ev tişt bên jiyîn.”
 
‘Divê zarok azad bijîn’
 
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi sedan zarok bi dayikên xwe re li girtîgehan dijîn û ev bang li wezareta dadê kir: “Ez bang li wezareta Dadê dikim. Bi rastî zarokên li girtîgehê di rewşek zehmet de dijîn. Divê dayikên wan demildest bên berdan. Bi rastî yên herî zêde bi bandor dibin zarok in. Divê wezareta dadê vê li ber çavan bigire. Zarok pir zêde pirsgirêkan dijîn. Ji bo pêşeroja vî welatî ev girînge. Divê zarok azad bijîn. Ev mafê herî mirovahiye û divê neyê piştgûhkirin.”