'Li dijî tundiyê divê em bibin yek û rabin ser piyan'

  • 09:13 8 Mijdar 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên Silopiyê derbarê komkujî û tundiya ku li dijî jinê pêk tê axivîn û gotin ku ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên îktîdarê kûtina jinan û tundiya li ser wan roj bi roj zêdetir dibe. Jinan wiha got: "Divê em bibin yek û rabin ser piyan."
 
Li cihê em lê dijîn roj bi roj komkujî, tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinan ku pêk tê her ku diçe zêde dibe. Zêdebûna qirkirina jinan jî balê dikşîne. Li aliyekî din ve jî îktîdara heyî li dijî van pêkanînan nakeve tevgerê û plîtîkayên jinê biparêzin bi pêş naxe. Gelek sedemên qirkirina jinan hene û ji van yek jî polîtîqaya bêcezahiştina kujer û êrîşkaran e. Mêrên kujer û êrîşkar ji ber ku nayên cezakirin an jî cezayekî wekî ku wan xelat bidin didin wan bêhtir bi hêz dibin û dema careke din serbest tên berdan  pêkanînên xwe zêdetir berdewam dikin. Jinên Silopiyê ku bertek nîşanî rewşê dan derbarê êrîşên li dijî jinan de axivîn.
 
Rewşa heyî tundiya li ser jinan zêde dike
 
Jina bi navê Aycan Azma, anî ziman ku tundiya li dijî jinê ku zêde dibe bi rewşa heyî ya li welêt elqedar  û wiha got: “Ji ber  Zihniheta baviksalar dixwaze dest bide ser îradeya jinê û jinê di malê de heps bike tundiya li ser jî zêde dibe. îktîdar dixwaze ku jin di malê de bê hepskirin û bi tenê zarokan biwelidîne û li wan binêre. Her wiha îktîdar dixwaze ku ji aliyekî ve jî dest dayne li ser destkeftiyên jinan ku bi têkoşîna xwe bi dest xistine û êrîşên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin.”
 
‘Dema jin bê kuştin wê demê jiyan jî dimire’
 
Aycan, bi lêv kir ku ji bo rêxistin û pêşî girtina komkujiya li dijî jinan divê hemû jin dest bidin hev û wiha domand: “Bi taybetî jî dema em jin dest bidin hev em ê pêşiya qirkirinê bigirin.   Divê em hemû jin ji her aliyê cihanê dest bidin hevdû û dawî li êrîşên li dijî jinê tên kirin bînin. Dema em rêxistina xwe nekin yek û dest nedin hev dê di demên pêş de ev êrîşên li dijî jinê zêdetir bibin. Bêyî ku em dereng bimînin divê em dest bidin hev û em rêxistinbûna xwe bi hêz bikin. Jiyan girêdayî jinê ye. Dema jin bê kuştin wê demê jiyan jî dimire. Jiyan bi jinê xweş dibe. Azadî û demokrasî dê bi destê jinê pêk were. Ji bo azadî û demokrasiyê divê em pêşî li êrîş û komkujiya li dijî jinê bigirin.  Divê em jin dest bidin hev û li hember desthilatdariya mêran denge xwe bilind bikin.”
 
‘Her bêdengiyek dibe sedema mirina jinekê’
 
Jina bi navê Fehîme Saruhan jî bi lêv kir ku tundiya li dijî jinê ne nû bi hezaran sal e heye û wiha pêl da axaftina xwe: “Di demên dawiyê de tundî li dijî jinê zêdetir bûye û di her qada jiyanê de pêk tê. Tundî û qirkirina jinan di demên dawiyê de zêdetir bûye. Ev êrîş jî bi piştgiriya îktîdarê pêk tên. Îro ji ber polîtîqayên bêcazahiştinê mêr komkujiyê zêdetir dikin. Dema mirov lê dinêre, hem di nav malbatê, hem li kolan û kuçeyan êrîşên li dijî jinan zêde bûne. Ji ber ku li gel hemû delîlan jî kiryar nayên cezakirin û an jî bi cezayekî gelek kêm tên cezakirin. Li Şûna ku îktîdar ceza li kujeran bibire an cezayekî wekî xelat dide û anî jî serbest berdide. Ev jî tê wê wateyê ku îktîdar dibêje biçin jinan bikûjin, hûn azadin. Li tu welatî tiştek wih tune ye. Dema ku jin hesabê vê nepirsin dê komkujî û tundiya tê kirin zêdetir bibe. Bila hemû jin rabin ser nigên û hesab bipirsin. Her bêdengiyek dibe sedema mirina jinekê.”
 
'Bila jin serî rakin'
 
Fehîme, di pêldayîna axaftina xwe de got  mafê hemû jinan heye ku bi awayek azad bijîn û ev tişt anî ziman: “Divê jin li mafê xwe haydar bin û xwedî li mafên xwe derkevin. Dema em jin bibin yek em dikarin tundiya li jinan tê kirin bidin sekinandin. Her wiha tundî ne bi tenê lêdan û kuştine. Dema mirov nikaribe xwe bîne ziman ev jî cureyek tundiyê ye. Ger ku em nebin yek û em xwe birêxistin nekin em nikarin xwe biparêzin. Bila jin serî rakin. Mafê jinan jî ku azad bijîn heye."