Jinên Til Rifetê: Piştî Efrînê me li Til Rifetê jî rehet nahêlin

  • 09:03 8 Mijdar 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê bi cih bûne êrîş û gefên Erdogan li ser Til Rifetê şermezarkirin û gotin: “Em welatiyên ji Efrînê koçberî Til Rifetê bûne û li wê dijîn, mixabin em dîsa ji êrşên Erdogan xilas nebûn.”
 
Dewleta tirk piştî dagirkrina Efrînê êrîşî tevahiya rojavayê Kurdistanê kir û niha jî berê xwe dide Kantona Şehbayê ya ku gelê sivîl lê ye. Rojane welatî bi êrîş û gefan re ru bi ru ne û ji pêkanînên dijmirovî yên Erdogan xilas nebûne. Têkildrî mijarê jinên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê rûniştine nêrînên xwe li ser êrîşên Erdogan bi me re parvekirin.
 
‘Mafê Erdogan nîne êrîşî Til Rifet bike’
 
Leyla Hisên Bekir a ku li Til Rifetê dijî da zanîn ku ew berê ji Efrînê koçber bûne, niha jî ewlehiya jiyana wan nîne û wiha domand: “Em ji Efrînê koçî Til Rifetê bûn û li vêderê  têkoşîna jiyanê didin. Rojane obusên Tirkiyê bi ser me de dibarin û gefên wî yên êrîşkirinê berdewam dikin. Li hemberî van hemûyan jî dîsan em berxwedana xwe didomînin û em berê xwe nadin tu cihên dîtir. Lê hata em vegerin Efrînê em ê li vêderê bib. Ti mafê Erdogan ku êrîşî Til Rifet bike nîne.”
 
‘Em tenê sivîl in û tu hêzên leşkerî di nava me de tune ne’
 
Zeyneb Silêman jî hêrsa xwe ya li hember êrîşan wiha anî ziman: “Em bi darê zorê koçberî Şehbayê bûn û li Til Rifetê bi cih bûn. Niha jî eynî tişt dubare dike, rojane êrîşî Til Rifetê dikin. Lê ji bo ku em vegerin Efrînê em li vir dimînin. Bi rêya gefan dewleta tirk dixwaze moralê gel bixe û lawaz bike. Em tu carî nawestin, heta êrîş hebin mafê me yê xwe û zarokên xwe parastinê jî heye. Em sivîl li Til Rifetê dijîn tu hêzên leşkerî di nava me de tune ne û berê me ber bi Efrînê ye ne ber bi tu cihî ye. Her roj bi xeyala vegera Efrînê em çavên xwe li rojeke din vedikin.”
 
‘Me kurdan jî êdî jiyanek aram heq kiriye’
 
Raniya Sîdo êrîşên ku gelê sivîl hedef digirin şermezarkirin û got: “Gelê ku li Til Rifetê dijîn jiyana wan xirabe, di malên hilweşayî de berxwedana xwe didomînin. Dewleta tirk nahêle gel jiyana xwe bi aramî bidomîninin. Nêzî salek û nîve em li vir in, rojane êrîşî me dikin. Em miletek ne aşiqê rijandina xwînê û kuştina zarokan e, bi ser me de tên em jî neçarin parastina xwe bikin. Li Efrînê û îro li Rojhilatê Firatê zarokên me tên kuşdin û mafê wan yê jiyanê tê binpêkirin. Em tenê vegera li axa xwe dixwazin, dewleta tirk li şûna me malbetên çeteyan bi cih kirin û em jî koçber kirin. Em kurd xwedî mafin û mafê me jiyanek aramî û aştiyane heye.”
 
‘Berxwedana me ji lihevkirinên wan yên qirêj xûrtire’
 
Zozan Ibrahîm bêdengya dewletan li hember êrîşên Erdogan nirxand û got: “Em rojane bi êrîşan re rûbirû dijîn, dewleta tirk êrîş û gefên xwe li ser me berdewam dike. Dewletên Navneteweyî jî heta niha bêdengin, ewqas komkujî û kiryar li dijî gelê sivîl hatin meşandin, deng ji hêzên derve nehat. Rusan cihê xwe li Til Rifetê girtiye obîsisên tirkan li nukteya wan dikevin lê dîsa bêdengin, ev tê wateya lihevkirinek bi dewleta tirk re. Rus xwe naparêzin dê çawan me biparêzin. Dîsan ên nerazîbûn nîşan didin û xwe diparêzin em bi xwe ne. Berxwedana me ji lihevkirinên wan xûrtire û em ê bi rihê pakrewanên xwe bi ser bikevin.”