Meqbûla Nebo: Em ji bilî QSD'ê tu hêzê qebûl nakin

  • 09:02 8 Mijdar 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Endama Mala Êzidî Meqbûla Nebo di derbarê êrîşan dewleta tirk û komên girêdayî wê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: "Erdogan bi xwe terorîst e. Tiştên li Şengalê bi serê me hatiye em naxwazin li Rojava dubare bibe. Bi berxwedana jinê em ê dawî li çeteyan bînin." 
 
Di 9'ê cotmeha 2019'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hemû hêz, teknîk û balafirên xwe êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Heta niha jî êrîş berdewam e. Têkildarî vê mijarê endama Mala Êzidî Meqbûla Nebo nêrînên xwe anî ziman.
 
'Sivîlan dikujin û zarokên me hemûyan qetil dikin'
 
Meqbûla bal kişand ser jiyana wekhev a di navbera hemû pêkhatiyan de û wiha domand: "Me di welatê xwe de jiyaneke bi aram derbas dikir. Me hemû pêkhateyan destek didan hev. Lê mebesta Erdogan û çeteyên girêdayî wî fen û fûta têxe navbera me ye. Lê bila nefikire ku ew ê bikaribe me bixapîne. Her kes bi çavên xwe dibîne di nava hêza me QSD'ê hemû pêkhatê mil bi mil bi hev re li dijî dagirkeran şer dikin. Ew ji bo azadiya welatê xwe, şer dikin. Bi navê qaşo xilaskirina gel ji terorê êrîşên hovane bi ser me de anî, lê ew bi xwe terorîstê herî mezin e. Sivîlan dikujin û zarokên me hemûyan qetil dikin. Em ê jî axa xwe ji çeteyan biparêzin. Bi hemû pêkhateyan em ê xwe ji bo axa xwe feda bikin." 
 
'Tiştên li Şengalê qewimiye, em nahêlin dubare bibin'
 
Meqbûla teqez kir ku ew ji bilî QSD'ê tu hêzê li ser erdê xwe qebûl nakin û wiha pê de çû: "Em bi taybet jinên Êzidî rastî gelek fermanan hatin e, mînaka wê jî li ber çavan e ku çawa li Şengalê ferman bi ser me de anîn. Bi hezaran jinên me revandin û wan li bazaran firotin. Dixwazin dîsa ev qirkirin pêk were. Bi me dayikan tenê mabe em rê nadin ku gelê me tune bike. Baweriya me bi hêza me mezin e û ji bilî QSD'ê em tu hêzê li ser vê xakê qebûl nakin." 
 
'Yên ku dixwazin me tune bikin ew ê negihêjin armanca xwe'
 
Meqbûla anî ziman ku bi kuştina Ebûbekir El-Bagdadî tola jinên Êzîdî hat hildan û got: "Dema Bagdadî bi fermana ji Erdogan êrîşî Şengalê kir, zarok û jinên Êzidî ji qirkirinê derbas kirin. Îro bi hêza QSD'ê serokê çeteya hat qetilkirin û tola jinê Êzidî hat hildan. Em Kurd qet tune nabin. Yên ku dixwazin me tune bikin ew ê negihêjin armanca xwe."  
 
'Şoreşa me wê bi berxwedana jinan bi ser bikeve'
 
Meqbûla wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Berxwedana jina li hember van hêzên dagirker berdewam e. Şoreşa me bi jinê dest pê kir û wê bi jinê bi ser bikeve."