TJA'yê bertek nîşanî medya îktîdarê da: Em ê serî netewînin û jiyana azad ava bikin

  • 13:59 7 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED -TJA'yê derbarê medya nêzî îktîdarê ku li dijî wan kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin daxuyanî da û got: "Medyaya havuz ku derbarê me de nûçeyên şaş û derew çêdike, têkoşîna jinê ya bi hêz a rêxistinkirî ku beriya 25'ê Mijdarê hatiye destpêkirin hedef digire." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke niîvskî ku weşand bertek nîşanî nûçeyên derew û şaş yên medyaya nêzî îktîdarê ku li dijî wan çê dike da.  Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku medyaya alîgir têkoşîna jinê ya bi rêxitin hedef girtiye û wiha hat gotin: "Ev kesên ku bi êrîş û tehdîdên xwe dixwazin me ji têkoşîna me dûr bigirin bila bizanibin ku em ê jiyana azad ava bikin." 
 
Berdewamiya daxuyaniya TJA'yê wiha ye: 
 
 Di 17 salnên dawîn ên îktîdara AKP-MHP'ê de her roj li vî welatî em jin bi qirkirin, tacîz, tecawiz, binpêkirina mafan, çewisandina kedê û bi binçavkirinê re rûbirû mane. li dijî hemû jinên ku serî netewandine û têkoşîn dane vê îkdtîdarê êrîşên xwe; bi pêkneanîna Peymana Stenbolê ku nekiriye meriyetê, bi hedefgirtina, bi binpêkirina mafê nefeqeyê û bi daxistina cezayê ji bo kesên ku qirkirin pêk anîne êrîşên xwe yên krîmînalîzekirina têkoşîna jinê û terorîzekirinê berdewam kirine.
 
Medyaya havûz a mêr ku dengê îktîdarê ye bi rojan e parêstvanên mafên jinan, jinên siyasetmedar û em TJA'yê kirine hedefa êrîşên xwe.  Ev medyaya ku di hemû qadên jiyanê de dibe sedema newekheviya zayendî û li jinê koletiyê ferz dike ku hêza xwe ji îktîdarê digire û hemû argûmanên îktîdarê ji bo xwe bi kar tîne, di derbarê me de bi nûçeyên reşkrinê ku çêdike têkoşîna jinê ya bi hêz a rêxistinkirî ku beriya 25'ê Mijdarê hatiye destpêkirin hedef digire.
 
Em careke din bang dikin û dibêjin ku têkoşîneke jinê ya mezin ku bi derewên we nayê reşkirin heye û wê ev têkoşîna me bi lêgerîna mafan bi hêztir bibe. Emê li dijî êrîşên ser jinê bi parastina xwe ya rewa bersivê bidin van êrîşan."