Li Elkê gelek kes hatin binçavkirin

  • 11:20 7 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û gelek kes kirin bin çavan. Hat zanîn ku ji van jê 3 jin giştî 16 kes hatiye binçavkirin.
 
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê tên girtin.  
 
Kesên hatine binçavkirin navên wan wiha ne: “Hevserokê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a navçeya Elkê Şaban Cîn, Mahmut Kiliç, Zerrîn Borak, Sekvan Cîn, Emîn Borak, Seyran Yîgît, Selman Ataman, Recep Ataman, Baver Abî, Cihan Ataman, Cemal Şeker, Nazê Durmuş in ." Her wiha navê 4 kesan jî nehat zanîn.”