Bernameya jinên Mêrdînê ya ji bo 25’ê Mijdarê diyar bû

  • 11:19 7 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Meclîsa Jinê ya HDP' a Mêrdînê bernameya xwe ya 25’ê mijdarê ya ji bo tundiya li ser jinê di çarçoweya Roja Têkoşîna Navneteweyî de ragihand. Bernameya ku wê ji 9’ê Mijdarê dest pê bike, heta 25’ê mijdarê wê her roj bi çalakiyên cûr be cûr bidomin. 
 
Bernameya ku bi pêşengtiya Meclîsa Jinê ya HDP’ê dest pê dike, wê 9’ê mijdarê li Dêrikê were lidarxistin. Ev bernameya ku wê heta 25’ê Mijdarê bi çalakiyên cûr be cûr berdewam bike, ji aliyê jinên ku li qadan e wê bi meşek girseyî li Qoserê bi dawî bibe. 
 
Bernameya ku wê 9’ê Mijdarê dest pê bike wiha ye:
 
“*9’ê Mijdarê wê li Dêrikê bi serdana jinên ku di baxçêyên zeytûnan de dixebitin werin kirin
 
*11’ê mijdarê li Şemrexê, bi beşdarbûna vekirina xaniyê jinê ku ji hêla şaredariya Şemrexê ve hatiye vekirin û hevdîtina jinan wê were kirin.
 
*Di 12’ê mijdarê de li Dêrikê hevdîtina jinan heye.
 
*Di 13’ê mijdarê de li gundên Sitewrê hevdîtina jinan û pêşandana sînemayan hene.
 
*Di 14’ê mijdarê de li navenda navçeya Nisêbînê hevdîtina jinan heye.
 
*Di 15’ê mijdarê de li navenda Nisêbînê ji bo girtîgehan kart ew ê bên şandin.
 
*Di 16-17’ê mijdarê de beşdarbûna bernameya ku ji hêla Platforma Jinan a Şahmeran ve kirin wê were meşandin.
 
*Di 18’ê mijdarê de li navçeya Artukluyê serdana kargehên tekstîlê yên jinan wê were kirin.
 
*Di 20’ê mijdarê de li navenda Artuklu yê pêşandana sînemayê bê kirin. 
 
*Di 21’ê mijdarê de li navenda Artukluyê ji girtîgehan re ew ê kart bên şandin.
 
*Di 22’ê mijdarê de li navenda Midyadê serdana kargehên tekstîlê yên jinan û serdana komaleyên jinên Suryanî ew ê bê kirin.
 
*Di 23’ê mijdarê de li navenda Artukluyê beşdarbûna bernameya meclîsa jinên ciwan ê HDP’ê heye. 
 
*Di 25’ê mijdarê de li Qoserê daxuyaniya çapemeniyê, serdana esnafan û meşa dawî wê were kirin.”