Necmiye Alpay: Komên amade yên ji bo êrîş bikin hene

  • 09:30 7 Mijdar 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE- Zimanzan nivîskar Necmiye Alpay, der barê lînça li hember nivîskar Asli Erdogan, lînça li Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku komê amade yên lînçê, li Tirkiyeyê hene û wiha got: “Komên amade ku ji bo êrîş bikin, hene.”
 
Nivîskar Asli Erdogan di rojên borî de di roportaja dabû çapemeniya biyanî de bi îdiaya gotiye ‘Dema tirk dest dibistanê dikin nefreta li hember Kurdan tê fêrkirin’, rastî bertekan hatibû û ev bertek veguherîbûn lînçê. Asliyê piştî bûyerê daxuyanî da û her çiqas bêje ku hevokek wisa bi kar neaniye jî, pêşî li lînç û tehdîdên mirinê negirt. Di hevpeyvîna bi dayika wê Mîne Aydoslu re hat kirin de diyar kir ku rewşa tenduristiya Asliyê ji ber vê ne baş e. Keseke din ya wek Asliyê rastî lînçê hat parêzvana mafê mirovan parêzer Eren Keskîn bû. Piştî ku Eren Keskîn di weşaneke televîzyonê de ji aliyê Nedîm Şener ve hedef hat girtin şûnde, lînç û tehdîdên mirinê dest pê kiribûn.
 
Zimanzan, nivîskar Necmiye Alpay der barê mijarê de nirxandin kir. 
 
Necmiyeyê da zanîn ku encamên çanda lînçê, bi qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk dikare dest pê bike û got: “Hrant beriya bê qetilkirin demek dirêj rastî tehdîdan hat. Mînakek din jî Orhan Pamuk e. Qestê jiyana wî jî hat kirin û demek dirêj neçar ma di bin parastinê de bijî. Mirov bêjin Dînk û Pamuk qurbanê mexdûrên xala 301’ê ne. Xala 301’ê ne mijarek hiqûqê ya hêsan e. Sembola hemû mekanîzmayê ye. Berfirehiya wê, parêzera Dînk, Fethiye Çetîn di pirtûka xwe ya ‘Ez şerm dikim’ de nivîsiye.”
 
‘Komên amade yên lînç bikin hene’
 
Necmiyeyê destnîşan kir ku komên amade yê ji bo lînç bikin hene û got: “Ev kom wek ‘trol’ ketine Tirkî û ev provakatorên tîpa nû ne. Ev alî piranî li ser çapemeniya civakî di dewrê de ne. Ev komên ji bo êrîşê amade ne. Ez ji ser tecrubeyên xwe yên twîtterê dizanim. Bihêlin asta fikrî, ji pîvanên mirovahiyê bêpar in, gelek hesabên ku di bin rupoşan de xwe veşartine. Li gorî hinek gotinan hinek bi pere dixebitin. Ev êrîş tên serê gelek kesî. Ez gelek parêzvanên maf yên ji çapemeniya civakî derdikevin dizanim.”
 
‘Lînça li hember Eren û Asliyê dikeve kategoriya sûcê nefretê’
 
Necmiyeyê bi lêv kir ku Eren Keskîn ku hîna çapemeniya civakî û trol tunebûn, di bin êrîşan de jiyaye û got: “Di girtîgehê de ma. Der barê wê de gelek doz hatin vekirin. Eren her çiqas ji van tiştan westiya be jî têk neçû. Wisa xuyaye ku Asli Erdogan hinek bûye qurbanê sansasyona çapemeniya rojava. Lînça li hember Eren Keskîn û Asli Erdogan dikeve kategoriya sûcên nefretê. Wek hûn dizanin, sûcên gotinî yên li hember aliyên mexdûr yên civakê, dikeve kategotiya sûcê nefretê. Jin jî ji van aliyên mexdûr in û carna êrîş dikin jî di vî alî de di dewrê de ne. Êrîşkar dizanin ku jin di alî fîzîkî de bertek nadin.” Necmiyeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelek aşkere ye ku di rewşên lînçê de komên rol amadekirîne.