Caziye Dûman: Ev operasyon li dijî pasifîzekirina vîna gel bû

  • 09:22 7 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Hevşaredara Seravê Caziye Duman jî di nav de 14 jinên siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Der barê tayinkirina qeyûm û pêvajoya binçavkirinê de Caziye axivî. Caziyeyê diyar kir ku ev operasyon li dijî pasifîzekirina vîna gel bû. 
 
Li Wanê di 1’ê Mijdarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn. Hevşaredara Navçeya Seravê ya Wanê Caziye Duman jî di nav de 14 jinên siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina Caziyeyê  bi hinceta ‘Endama rêxistinêye’ qeyûm tayînî şaredariya Seravê hate kirin. Der barê tayinkirina qeyûm û pêvajoya binçavkirinê de Caziye Duman axivî. Caziyeyê bi lêv kir ku ev operasyon li dijî pasîfîzekirina vîna gel bû û got ku dibe ku ew ji şaredariyê hatibin dûrxistin lê  ew hevşaredarên gel in. 
 
‘Operasyon li dijî pasîfîzekirina vîna gel bû’
 
Caziyeyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi tayinkirina qeyûman AKP’ê careke din nîşan da ku tehemula wan li dijî vîna gel tune ye û wiha got:” Bi tayinkirina qeyûman nîşan dan ku ew vîna gel nas nakin. Bi polîtîkayên cuda dixwazin vîna gel bi giştî desteser bikin. Ez jî li gel 14 jinên siyasetmedar di 1'ê mijdarê de hatim binçakirin. Hinceta binçavkirina min tunebû. Ev operasyon li dijî pasifîzekirina vîna gel bû. Di binçavan de ji helwesta wan nîşanî me da ku ew bi tu awayî vîna gel qebûl nakin. Piştî ku hemû tişt li gorî xwe amade kirin roja ku ez hatime binçavkirin bi şev saet 23’an de teblîga ku ez ji peywirê hatime dûrxistin ji min re hat. Wekî hincet ji dosyaya min a di sala 2016’an de hate nîşandan. Lê rastiyek heye ku ew jî ez qansî ku sax bim baweriya min bi edaleta vê dewletê nayê. Biryara tayinkirina qeyûman jî ev gotina min rast derxist.” 
 
‘Ger ku ez sucdar bim wî demî çima di pêvajoya namzetiyê de serlêdana min hate qebûlkirin?’
 
Caziyeyê diyar kir ku kesên ku vîna gel desteser kirin dê roj were hesab bidin gel û wiha dom kir;” Hiqûq li Tirkiyeyê li gorî daxwaza wan tê rêvebirin. Çawa ku di salên 90’an de li ser nasname û hebûna gel înkar û îmha hebûn di van salan de jî heman polîtîkayan didin meşandin. Bi heman pergal û zanistiyê welat tê rêvebirin. Bêguman ew kesên ku niha van biryaran didin, wê roj were ew ê hesab bidin gel.Bi hincetên vala ez ji peywira xwe hatin dûrxistin. Lê ez dixwazim vê pirse bikim, ger ez di wê dosyayê de bêm beraatkirin hûn ê wê demê bi kîjan rûyî  hesab bidin gel? Dibe ku ez wekî kesekî werim darizandin, lê ez vîna  bi hezara me. Ger ku ez sûcdar bim wê demê çima di pêvajoya namzetiyê de serlêdana min hate qebûlkirin? Ev roj derbas dibin, lê  dîrok ji bîr nake. Ew kesên ku îro vîna gel desteser dikin û qeyûman rewa dibînin wê hesab bidin gel. Min di bin çavan de hîs kir ku bi hezaran kes bi min re ye. Di van rojan de dibe ku rastî bê darizandin, lê dê roj were wê neheqî bê darizandin. Ew roj teqez dê bên û  nêz in.” 
 
‘Em soza xwe nû dikîn û em heta dawiyê bi gelê xwe re ne’
 
Caziyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşanî tayinkirina qeyûman kir û got ku wê tekoşîna wan bidome û wiha bi dawî kir;” Di vê pêvajoyê de em ê li cem gelê xwe bin û em ê têkoşîna xwe bi gelê xwe re mezin bikin. Gel vîna xwe hilbijart. Gel dizanî ku ew kesên ku bi vîna wan hatine hilbijartin ew ê li dijî daxwazên wan bi rêzdar bin. Di serdema din jî qeyûm tayînî ser şaredariya Seravê kirin. Di wê pêvajoyê de jî gel ji qeyûm ne razî bû û îro jî ne razî ye. Em jî bi vê zanistiyê nêzî gel bûn. Ew kesên ku bi vîna gel nehatine darizandin wê çawa ji gel re xizmetê bikin? Yan jî dê çawa li daxwazên gel guhdar bikin? Em soza xwe nû dikin û dibêjîn dibe ku em odeyên makama de nebin û dibe ku paldankên me jî nebin lê em her tim bi gelê xwe re ne. Em hêja vîna gel in û hevşaredarên gel in. Tu hêz nikare vê biguherîne. Em bi gelê xwe re ne û em ê heta dawiyê bi gelê xwe bimeşin.”