Koçberê Kampa Waşokanî: Ka wicdan û mafê mirovan?

  • 09:09 7 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Ji ber êrîşên artêşa tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêvberiya Xweseriya Demokratîk di 2'yê Mijdarê de Kampa Waşokanî ava kir. Derbarê avakirina kampê û rewşa koçberan a dawî Hevseroka Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinî a herêma Cizîrê Gulîstan Oso axivî. Gulîstanê got:"Heta ji destên me tê em hewil didin ku koçber mexdûr nebin. Lê têrê nake. Rêxistinê mirovî bi erkê xwe ranabin û alîkarî pêşkêşî koçberan nakin."
 
Artêşa tirk û hevkarên wê di 9’ê cotmehê de êrîşî seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama êrîşan de bi hezaran kes koçberî cihên ewle wekî bajarê Hesekê û Navçeya Til Temirê bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo alîkariya koçberan, dibistan vekirin û koçber bi cih kirin. Piştî ku beşek ji amadekariyên Kampa Waşokanî bi dawî bû, di 2'yê Mijdarê de hate vekirin û niha nêzî 60 malbat bi cih bûn.Têkildarî vê mijarê Hevseroka Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinî a herêma Cizîrê Gulîstan Oso diyar kir ku 60 malbat ji koçberên Serêkaniyê li kampa Waşokanî bi cih bûn. Her wiha kamerayên Ajnasa Jin News'ê rewşa koçberên Waşokanî şopand û hevdîtin bi koçberan re kir. Koçberan bi tundî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Serêkaniyê şermezar kirin û gotin: “Em dagirkeriya dewleta tirk qebûl nakin, baweriya me bi dewletan tune ye, em QSD’ê dixwazin."
 
'Rêxistinê mirovî bi erkê xwe ranabin û alîkarî pêşkêşî koçberan nakin'
 
Gulîstanê diyar kir ku Rêxistinê Mirovî tu alîkarî pêşkêşî koçberên Kampa Waşokanî nekirine û wiha domand: "Em ber bi demsala zivistanê ve diçin, alîkarî ji bo koçberan pêwist e, lê mixabin tu rêxistinê mirovî alîkariyê nakin. Piştî ku kampa Waşokanî bi temamî amade bibe, em ê koçberên Dibistanan li Kampa Waşokanî bi cih bikin. Em bang li rêxistinê mirovî dikin ku alîkarîyê bidin koçberan."
 
'Ji ber topebarana dewleta tirk em koçber bûn'
 
Jina bi navê Sebah Hisên ku ji Gundê Tewîlayê yê girêdayî Serêkaniyê ye got: "Dewleta tirk bi tank, top û balafiran êrîşî gundê me kir, ji ber êrîşan em neçar man koçber bibin, êdî baweriya me bi dewleta nemaye. Bêdengiya wan nîşan dide ku destê wan di van qetîlamên ku pêk tên de hene. Baweriya me tenê bi şervanên QSD’ê heye, ew tenê dikarin parastina me bikin.”
 
Jina bi navê Erna Mehmûd ku ji navçeya Zirganê ye teqez kir ku artêşa tirk agirbestê binpê dike û êrîşî sivîlan dike û wiha pê de çû: "Zarokên me yên biçûk hene. Em ji ber topebaran tirkan koçber bûn. Ka mafê mirovan, ka wicdanê mirovan? Îro zarok tên kuştin, jin tên revandin, em koçber bûn tu rêxistinê mirovî alîkarî neda me. Mixabin mafê mirovan nemaye. Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku ev kamp ji bo me ava kirin û alîkarî li gorî derfetê xwe pêşkêşî me kirin.”
 
‘Ez hêvî dikim ku vegerim dibistana xwe'
 
Malva Ehmed (12)  a ji navçeya Zirganê dijiya hêvî kir ku vegere dibistana xwe û bi hevalê xwe re bi awayekî azad bilîze. 
 
Koçberê Kampa Waşokanî gotin: "Me malên xwe bi xwêdana keda xwe ava kir. Di kîjan zagonê cîhanê de tê qebûlkirin ku kesên xerîb werin li ser keda me ya dapîr û bapîrê me rûnên. Ka wicdanê mirovan?"