ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 7 Mijdar 2019
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Komîteya Şaredariya Kantona Kobanê Meqbûle Bekî di derbarê komploya 9'ê Cotmehê 1998'an ku li ser kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane meşandin û berdewamiya wê nirxandin kir û wiha got: "Komploya 9’ê Cotmehê niha car din bi êrîşên dagrikeriyê tê dubarekirin."DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Encumena Zagonsaz a berê ya Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd diyar kir ku destirêjiya li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destdirêjiya li dijî tevahî jinên Sûriyeyê ye û got: “Erka me ya sereke ew e ku em rêxistin û perwerdeyên xwe yên li hember zihniyeta desthiladar xurtir bikin.”DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf, derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wên yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: "Dewleta  tirk careke din bi  rûyê xwe yê  terorî  derket pêşberî cîhanê û bi hovîtiyeke mezin welatê me talan dike. Bi hincetên pir erzan komkojiyên derheqê gelê me de dike. Divê çareseriyek mayinde were dîtin."
DÎMEN HEYE
 
*Ji ber êrîşên artêşa tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêvberiya Xweseriya Demokratîk di 2'yê Mijdarê de Kampa Waşokanî ava kir. Derbarê avakirina kampê û rewşa koçberan a dawî Hevseroka Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinî a herêma Cizîrê Gulîstan Oso axivî. Gulîstanê got:"Heta ji destên me tê em hewil didin ku koçber mexdûr nebin. Lê têrê nake. Rêxistinê mirovî bi erkê xwe ranabin û alîkarî pêşkêşî koçberan nakin."DÎMEN HEYE
 
*Rêvebira Giştî  ya Karan a Şaxa Yekem a Amedê Zeynep Demir Akçer di derbarê rewşa bêkariya jinên ciwan de bal kişand ser şîrketên lêkolînê yên tirkîyeyê. Zeynep wiha got; “Şaşitî û encamên iktidarê afirandiye bi jimarên şaş tên nixumandin. Rastiya jimara bêkaran nayê gotin.”DÎMEN HEYE
 
*Pêşenga berxwedana sê demsalî, Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, li ser serkeftina çalakiya xwe ya dawî, deklerasyona 7 xalî ya Abdullah Ocalan û êrîşên 9’ê cotmehê axivî. Leylayê wiha got: “Birêz Ocalan ji bo pêşeroja Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê tespîtên cidî kir û xalên girîng danî holê. Deklerasyona aşkera kir ne ji rêzê bû. Her xal hêjayê nirxandineke kûr e.”
 
*Hevşaredara Seravê Caziye Duman jî di nav de 14 jinên siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Der barê tayinkirina qeyûm û pêvajoya binçavkirinê de Caziye axivî. Caziyeyê diyar kir ku ev operasyon li dijî pasifîzekirina vîna gel bû. DÎMEN HEYE
 
*Yekem zanista jin a xelata Nobelê girtiye, Marîa Curîe 152 salî ye.
 
*Zimanzan nivîskar Necmiye Alpay, der barê lînça li hember nivîskar Asli Erdogan, lînça li Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku komê amade yên lînçê, li Tirkiyeyê hene û wiha got: “Komên amade ku ji bo êrîş bikin, hene.”
 
*Hevseroka HDP’a Ceyhanê Delal Mamuk ku bi hinceta der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser çapemeniya civakî parvekirin kir, hat binçavkirin, wiha got: “Ev ne tevgera aştiyê ye, tevgera rondikên çavan e. Em wek HDP’î, kesên dijberên şer û jin wê her tim li dijî şer bin.”DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Nezahat Abî ku li dijî nexweşiyên weke sermayê, êşa regilê, kîst bi rêbazên alternatîf, pêşniyarên pratîk dike wiha got: “Bi rêbazên nebatî, bêyî hûn biçin bijîşk hûn dikarin ji nexweşiyê xilas bibin. Mucîzeya herî mezin a nexweşiyan xweza ye. Xweza ji bo me gelek dewlemendiyan pêşkêş dike.”DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Komisyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî binçavkirina jinên li Enqereyê yên ji ber faliyetên KJA'yê da û wiha got:"Dibe ku fikir, nîjad, çand û siyaseta me ne wekhev be lê ev nayê wê wateyê ku dê li dijî nasnameya jinê êrîş pêk werin. Li dijî êrîşan em bang dikin ku hemû jin bi têkoşînek hevpar rabin ser piyan."
 
*Bi munasebeta 5'emîn salvegera damezrandina Radîo Çira Şingal, yek ji damezrîner û rêvebera Radîo Çira Şingal, Nesrî Şingalî diyar kir ku ji bo Kurdên Êzidî bikaribin bi awayekî azad dengê bidin bihîstin Radîo Çira Şingal hat damezrandin û wiha got:"Radîo Çira Şingal dengê azadî, aştî û têkoşînê ye"DÎMEN HEYE