Komeleya Rosa û TJA'yê belavok belav kirin

  • 08:09 7 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Komeleya Jinan Rosa û TJA 'yê ji bo balê bikişînin ser jina ji aliyê mêrê bi wê re zewicî yê bi navê Hesîp Akbulut ve bi darbeya 27 kêran hat qetilkirin li Bismilê belavok belav krin û çûn sersaxiya malbatê.
 
Jina bi navê M.Akbulut (49) a ku li meheleya Alîtok Navçeya Bîsmîl Amedê dijî duh mêrê bi wê re zewicî yê bi navê Hesîp Akbulut Hasîp Akbulut(65) ve hat qetilkirin. Ji bo balkişandina ser qetlîama jinan û qetilkina M.Akbulut Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan Rosa çûn sersaxiya malbatê. Beriya sersaxiyê  li kolanên Bismilê, bazar û esnafan belavok hatin belav krin. Di belavokê de bal kişandin ser şîdeta li hember jinê, parastin, pişigiriya jinan. Kesên ku bi şidetê rû bi rû bimînin ji bo bi komeyeleyê re têkeve dan û sitendinê hejmara komeleyê jî li ser belavokan hat nivîsandin. 
 
Komele û jinên ku hatine sersaxiyê wiha bengewazî kirin; “ Divê li hemberî van qetlîaman em hevpar kar bikin. Ji bo kesek din neyê qetilkirin rabin ser piyan û deng bidin.” Malbata Muteber ji bo jinên hatine sersaxiyê sipasiya xwe anîn ziman û gotin ji bo qetilkar cezayê xwe bikişîne ew ê heta dawî li ber xwe bidin.