'Kurd, tune nabin wê azad bijîn'

  • 11:24 6 Mijdar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Fatima Mihemed Xan Sîno ya 68 salî ye û beşdarî merasîma cenazeyê kurê birayê xwe yê têkoşerê azadiyê bû wiha got: "Berdêlên azadiyê pir giranbuha ye. Di dawiyê em ê bi ser bikevin."
 
Îro Saziya Malbatên Şehîdan li Navçeya Til Temirê Merasîma du Şervanên QSD'ê  ku di encama berxwedana hember dewleta tirk û komên girêdayî wê de jiyana xwe ji dest dan, li dar xist. 
 
Fatima Mihemed Xan Sîno jî ku bi eslê xwe ji Kobanê ye û dayika sê têkoşerên azadiyê ye ku du zarokên wê jiyana xwe di şerê ji bo azadiyê de ji dest dane, piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê di 2014'an de tevî malbat û mirovên xwe koçî Serêkaniyê bûn û îro jî ji Serêkaniyê koçî Navçeya Til Temirê bû. 
 
Fatimaya îro di merasîma kurê birayê xwe Seyîfedîn Elî de amade bû ji Ajansa me re axivî.
 
'Azadî bi hesanî nayê loma em berdelên giranbuha didin'
 
Fatimayê diyar kir ku dewletên ku dostên kurda ye tune ne û wiha got:"Polîtîkayên dewletan bi giştî qirkirina gelê kurd esas digire. Bi vî temenê xwe ez ê jî li ber xwe bidim û hember dijminên Gelê Kurd têkoşînê bikim. Azadî bi hesanî nayê, ji bo em azad bijîn û welatekî azad ava bikin pêwîst e em berdêlên giranbuha jî bidin. Niha jî da ku em şoreşa xwe mayînde bikin û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin em rojane şehîd û birîndaran didin."
 
'Roj roja azadiyê ye' 
 
Fatimayê teqez kir ku Kurd bi hêz in û wê serkeftin para wan be û wiha pê de çû: "Îro roja rûmetê û berxwedanê ye, roja hebûn û tunebûnê ye, roja azadî û serkeftinê ye, ne roja ku hinek kurdê me li xwaringehan bi dijmin re rûnên û li ser Gelê Kurd pilanên qirkirinê bidin meşandin. Pêwîst e hemû kurdên li cîhanê rabin ser piyan û piştgiriyê bidin şoreşa Rojava."
 
'Kurd, tune nabin wê azad bijîn' 
 
Fatimayê diyar kir ku Kurd, tune nabin wê azad bijîn û wiha dewam kir:"Erdogan ji dîrokê heta îro şerê kurdan dike û bi milyonan kurd li Bakurê Kurdistanê qetil kir. Ma em ê Nisêbîn, Amed û Cizîrê ji bîr bikin? Em kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yek rih û dil in û em ê bi hev re azadiyê bi dest bixin. Em ê azadiyê bi dest bixin."
 
'Em hene û em ê hebûna xwe jî biparêzin û statuya xwe jî ava bikin'
 
Fatimayê wiha dewam kir:"Erdogan xwediyê terorê ye. DAIŞ xwedî kir û ew bi çek kir û mezin kir û li cîhanê taybet li Sûriyeyê belav kir, tenê da ku Kurdan qir bike, lê bila dilê Erdogan şah nebe, em hene û em ê hebûna xwe jî biparêzin û statuya xwe jî ava bikin."
 
'Emerîka û Rûsya hêzên tevleheviyê ne' 
 
Fatimayê vekişîna Emerîka ya ji Sûriyeyê bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Emerîka îxanet li gelê herêmê kir û li ser berjewendiyên xwe dostanî bi QSD'ê re danî, baweriya me ne bi Emerîka û ne jî bi Rûsiyayê tê, ev hêz û dewletan li ser qirkirina kurdan lihev kirin. Ew tenê hêzê tevleheviyê ne."
 
'Eger Kurd bibin yek cîhan tev li wan kom bibe bi wan nikare'
 
Fatimayê teqez kir ku eger Kurd yek bin cîhan tev jî li wan jî kom bibe nikare hêza wan bişkîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e kurd êdî bibin yek. Dema bibin yek cîhan tev li ser serê wan kom bibe jî nikarin hêz û yekîtiya wan bişkînin. Bila kurd li tevahî deverên cîhanê hebin rabin ser piyan îroj roja azadiyê ye."