Şaredariya Dêrikê dest bi xebatên tesîsên çandiyê kir

  • 09:29 6 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Dêrikê dest bi xebatên park, baxçe, çandina kulîlkan an li qadên refujê kir. Her wiha bi boneya hilberandina herêmî zêde bike û bajar xweş bike ew ê xebata Tesisa Hilberina Fideyan a Kulîlk û Darên Herêmî bike. 
 
Muduriyeta Karê Fenê ya Şaredariya Dêrikê ji bo li bajêr hilberîna dar û kulîlkan zêde bike li ser rêya Xabê li erdê ku nayê bikaranîn ew ê 
Tesisa Hilberina Fideyan a Kulîlk û Darên Herêmî ava bike. Tê plankirin ku li vê tesîsê di salê de 5 milyon tov bên şitilandin. 
 
Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez derbarê avakirina tesîsê de wiha got:"Em ê bi vê plana xwe sembola Dêrikê, zeytunên Dêrikê hîn zêde bikin. Em ê bi derfetên xwe li hemû kolan, kêleka rêyan, darên zeytûnan, gwîzan, darê mêwê û kulîlkan biçînin.