Tevî ku êrîş hê didomin jî dibistanên Kobanê vebûn

  • 09:29 6 Mijdar 2019
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ- Piştî ku dibistanên Kantona Kobanê ji ber êrîşên dewleta tirk hatin rawestandin, îro carek din, tevî berdewamiya êrîşên li ser herêmê deriyên xwe vekirin, şagirt û mamoste bi kêfxweşiyeke mezin dest bi perwerdeyê kirin. 
 
497 dibistanên Kantona Kobanê di 11'ê Îlona borî de deriyên xwe ji bo sala nû ya xwendinê vekirin. 52 hezar xwendekar, 2 hezar û 495 mamosteyan dest bi salan nû ya xwendinê kirin. Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 9'ê Cotmehê de dest bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ji ber vê yekê jî dibistan taloq bûn û hatin girtin. Îro jî tevî hebûna gef û êrîşan dibistanên Kantona Kobanê carek din vebûn. Ji 497 dibistanan 204 ên bajarokê Sirînê, navçe û gundewarên wê dibistanên xwe bi awayekî normal berdewam kirin. Ji 293 dibistanên mayî 38 dibistan venabin ji ber ku li ser xetên sînor in û xeterî li ser zarokan heye, ji ber vê jî wê ew şagirt li gundên derdora xwe bixwînin. Bi vî awayî 255 dibistanan di satên sibehê de dest bi xwendinê kirin. 
 
Şagirt û mamosteyên Kantona Girê Spî jî, wê beşek derbasî dibistanên Kobanê bibin û beşek jî derbasî bajarê Reqayê bibin. Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrînên şagirt, mamoste û rêveberiya dibistanan girtin.
 
'Tirkiye nikare pêşeroja me têk bibe'
 
Şagirta bi navê Şêrîn Edhem Mele kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk bûn sedem ku dibistanên me werin rawestandin û şagirt ji xwendinê bimînin. Lê îro em careke din tevî hebûna êrîşan jî em li xwendina xwe vegeriyan. Şagirt hatine, lê hejmar ne zêde ye. Hêviya me ji  zarokan heye ku carek din vegerin dibistanên xwe da ku em ji Tirkiyeyê re îsbat bikin ku em ji wan natirsin û ew nikarin pêşeroja me xirab bikin. Dewleta tirk dixwaze bi riya dagirkeriyê pêşeroja me têk bibe û xeyalên me hilweşîne, lê ew ê tu carî nikaribe vê yekê bi cih neynin."
 
'Şagirt bi coş û kêfxweş in'
 
Mamosteya bi navê Gulbihar Sado rewşa şagirtan wiha anî ziman: "Ev nêzî mehekê ye ku dibistanên me ji ber êrîşên dewleta tirk rawestiyane. Ger mirov rewşa şagirtan binirxîne wê mirov bandora şer li ser wan bibîne. Lê dîsa jî zarok ji saetên sibehê ve ber bi dibistanên xwe ve herikîn, bi coş û kêfxweşiyeke mezin derbasî refên xwe bûn."
 
'Êrîşên dewleta tirk pêşeroj û jiyana zarokan tehdîd dike'
 
Berdevka rêveberiya giştî ya dibistanan Peyman Ebd-Elrehman jî got: "Ji ber şer û pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada perwerdeyê bi giştî rawestiya. Li Kantona Kobanê jî ji ber ku bajar û gund li hember sînor in û jiyana zarokan di xeteriya êrîşên dewleta tirk de bû me dibistan 25 rojan taloq kirin. Îro bi hêviyên nû, coş û kêfxweşî me dibistanên xwe vekirin."