Leyla Guven: Pêşengiya vê pevajoyê ji bo min şanazî bû

  • 09:22 6 Mijdar 2019
  • Rojane
Berîtan Elyakut-Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di 8’ê mijdara 2018’an de ketibû greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger. Leylayê der barê wê çalakiya xwe de got: “Pêvajoyek giran bû. Berpirsyariyek giran bû lê ji bo min şanazî bû. Pêşengiya pêvajoyeke bi vî rengî ji bo min şanazî bû.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, di 3’emîn runiştina doza ku lê hatibû vekirin, di 7’ê Mijdara 2018’an de diyar kiribû ku wê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikeve grevê. 
 
Bi giştî 30 girtî ketin rojiya mirinê
 
Piştî biryarê, Leylayê di 8’ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir. Leylayê da zanîn ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomîne. Piştî Leylayê di 16’ê Kanûna 2018’an de gelek girtiyên PKK û PAJK’ê tevlî grevê bûn. Piştre tevlîbûn her  ku çû zêde bû, di Adara 2019’an de bi giştî 3 hezar û 500 girtî tevlî grevê bûn. Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî li avahiya HDP’ê ya Amedê tevlî çalakiyê bûn. 30 girtî jî ketin rojiya mirinê.
 
8 kesî dawî li jiyana xwe anî
 
Armanca protestokirina tecrîdê li bajarê Krefeld a Elmanyayê di 20’ê Sibatê de ugur Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17 Adarê de li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa T ya Oltu, Medya Çinar (24) li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, Yonca Akinci di 9’ê Adarê de li girtîgeha Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’ê Nîsanê de li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Osmaniyeyê, Mahsum Pamay di 5’ê Nîsanê de li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xerpêtê  de di encama çalakiya protestoyî de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di 12’ê Çile de di demek ku grev ketibûn astek krîtîk de desthilatdariyê birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê şand Îmraliyê. Piştî hevdîtinê Leyla û girtiyan diyar kirin ku ev çalakî bi armanca şikandina çalakiyê pêk tê û çalakî berdewam kirin. Di 2’ê Gulanê de serlêdana parêzeran piştî 8 salan şûnde hat qebûlkirin û hevdîtin hat kirin. Abdullah Ocalan deklrasyonek  pêşkêş kir. Deklerasyon di 6’ê Gulanê de bi rayagiştî re hat parvekirin. Girtiyan dîsa diyar kirin ku tecrîd bi giştî nehatiye şikandin û çalakî berdewam kirin. Di 22’ê Gulanê de dîsa hevdîtina bi parêzeran re hat kirin û li ser vê grev bidawî bûn.
 
Leyla Guven ku pêşenga çalakiya greva birçîbûnê bû, yekemîn salvegera çalakiyê, pêvajoya greva birçîbûnê, rol û mîsyona Abdullah Ocalan û kesên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan nirxand.
 
*Wek çawa biryara çalakiyê da, israra te ya di şikandina tecrîdê de çi bû?
 
Ez wek jinek kurd bi salane di siyasetê de li ber xwe didim. Ji bo Gelê Kurd bigihêje statuya xwe, mafên xwe hewl didim. Di heman demê de xwe berpirsyar dibînim. Di vê pêvajoya berxwedanê de, jiyana têkoşînê de, herî zêde min ji felsefeya Birêz Ocalan tişt her tişt fam kir, xwe nas kir. Civaka em têde dijîn, civakek di destê zîhniyeta serdest ya mêr de bû. Birayê me, bavê me, hemû mêrên derdora me li ser me xwedî gotin bûn. Lê piştî ez ji felsefeya Birêz Ocalan hinek tişt fêr bûm şûnde, min got ez jî heme. Min dixwest bi îrada xwe biryarê bidim. Hewcedariya min bi mêrekî tunebû. Min ev ji xwe re kir armanc. Birêz Ocalan tiştekî din jî dida pêş me. Min jiyana xwe li ser lêpirsînê berdewam kir. Min Birêz Ocalan xwend, her ku min xwend, daxwaza têkoşîna min zêde bû.
 
Hewcedarî hebû ku em bi nasnameya xwe bijîn. Perspektîfa jinan a Birêz Ocalan ez anîm siyasetê, min wek jinekê ev berxwedana  xwe ya di nav siyasetê de heta îro anî. Tiştên ku ez ji Birêz Ocalan fêr bûm min  bi hêz dikir.
 
*We çawa biryara greva birçîbûnê da? We bi kesî re parve kiribû? Şert û merc çawa bûn?
 
Wê demê gelek hevalên jin hatibûn girtn. Zext zêde bûn. Zilm li gel dihat kirin. Me dixwest em vê teşîr bikin, ew bi ser mede dihatin. Di şert û mercên wisa de ez hatibûm girtin. Li girtîgehê ez gelek kûr bûm. Min got ez li dijî vê pergalê çawa dikarim bibim bersiv. Ez li zindana Amedê bûm, vê zêdetir bandor li min kir. Berxwedana Sara, Mazlum, Kemal û Hayrî dihat ber çavên min. Dihatin xewna min. Min hêz ji wan digirt. Min didît ku barê giran li ser milê ciwanan e. Ciwanan bedelên giran didan. Min ev rast nedît. Ji ber ev pirsgirêka hemû kesî bû. Demek dirêj ez fikirim ji bo vê biryarê.
 
Min biryar da ku ez vê biryara xwe di runiştina xwe de ya 8’ê Mijdarê de bêjim. Dadgeh bo min girtî bû. Hemû hevalên me dayikên aştiyê li wir bûn. Min li wir daxwaz û biryara xwe aşkera kir.Agahiya kesî ji vê biryara min tunebû. Min dizanibû ku wê hevalên min yên koxuşê ewil destûrê nedin. Min xwest bi vê biryarê balê bikşînim ser tecrîda li ser Birêz Ocalan. Ji bo me mijara herî girîng şikandina tecrîdê bû.
 
Ez wek jineke ku, xwe bi perspektîfa Birêz Ocalan nas kiriye, tevlî siyasetê bûye, divê ev berpisyarî bigirta. Bajar di bin dorpêçê de bûn, civak di bin dorpêçê de bû, dengê civakê dihat çewisandin. Li welat faşîzmek hebû. Divê hinekan tiştek bikira, wê demê min got divê ez pêşengiya vê bikim. 20 sale Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Bi komployê anîn. Ji wê rojê de tecrîd didome. 
 
Min li dadgehê diyar kir ku ji bo pêşî li komkujiyên li welat bê girtin, pêşiya siyaseta demokratîk vebe, tecrîd bi dawî bibe, tecrîda li ser gel bi dawî be, ez dikevim greva birçîbûnê.
 
*Te tenê dest bi grevê kir lê ji her derê cîhanê ji bo çalakiyê piştgirî hat û mezin bû. Li gorî we bertek çawa bûn? We xwe çawa hîs kir? Tişta herî zêde hêz da we çi bû?
 
Min dixwest ez berxwedanê tenê bimeşînim. Bi taybet min nexwest ciwan vî barî bigirin ser milê xwe. Lê bi min sînor nema. Zindan tu car ji têkoşînê şûnde nema, bedelên giran dan û berpirsyariya mezin girt ser xwe. Kengî hewcedarî bi berxwedanan hat dîtin deng bilind bûn. Di serî de hevalê me Nasir Yagiz, piştre li girtîgehan û derve gelek hevalên me tevlî berxwedanê bûn. Bi vê berxwedanê carek din fêm kir ku dema mijar dibe Birêz Ocalan, kes bêdeng namîne, ji bo mezinkirina berxwedanê her tiştî dikin. Hevalên me yên nexweş hebûn, lê tevî vê xwestin di berxwedanê de cih bigirin. Ji ber vê dema min dest pê kir min got ev daxwaza mîlyonan e. Roj bi roj berxwedan mezin bû. Ji ber vê ez tahliye kirin.Bi tahliyekirinê xwestin berxwedanê bişkînin. Lê hevalên min serî netewandin. Armanc û daxwaz ne berdana min bû, şikandin tecrîdê bû.
 
Tiştekî din ya ku ez xurt dikirim hebû, ew jî nameyên ku ji zindanê dihatin. Dema min ew name dixwendin ez ji roja beriya wê zêdetir xurt dibûm.
 
* Di pêvajoya berxwedanê de 8 kesî çalakiya protestoyî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîn. Hûn vê çawa dinirxînin, bandorek çawa li we kir?
 
Di vê pêvajoyê de ya herî bandor li min kir, çalakiyên fedayî bûn. Di her çalakiyekê de parçeyek min jê dibû. Zulkuf, Ayten, Mahsum, Sîraç, Medya û hevalên din, bi rastî her yekê parçeyek ji min girtin. Piştî wan min digot ‘Bila ez bimirim lê bila piştî min can neçin’. Ji bo ciwan nemirin min dest bi vê çalakiyê kir. Lê dîsa ciwanan jiyana xwe ji dest da. Ez gelek bi bandor bûm, xemgîn bûm.
 
Pêvajoyek giran bû, berpirsyariyek giran bû, lê ji bo min şeref bû, rûmet bû. Pêşengiya vê pêvajoyê kirin jî ji bo min rûmet bû.
 
*Piştî tahliyeyê gelek sazî, rêxistin û gel hatin serdana we. Bi taybet jinan piştgiriyek mezin da. Diyalogên çawa pêk dihatin. Bendewarî an jî rexne hebûn an na?
 
Yên dihatin serdanê digotin ‘Em dixwazin ji bo te tiştekî bikin, lê ji bo mêrekî vê çalakiya te em fêm nakin’. Min digot ‘we felsefa Abdullah Ocalan bixwenda, we yê fêm bikira ka mêr an jî îdeolojiya wî ye. Li gorî min Abdullah Ocalan mêrtî derbas kiriye û ji bo jinê felsefe pêş xistiye. Dema ev guhdar dikirin digotin ‘soz em ê bixwînin’. Her wiha yên dihatin serdanê diyarî dianîn. Rewşa min ya sohbetkirinê tune bû. Lê bi alîkariya hevalan min çend deqe ji wan re vediqetand. Piştgirî gelek zêde bû.
 
Sibê: Asta ku grev hatê, deklerasyona 7 xalî ya Abdullah Ocalan û êrîşên 9’ê cotmehê