Zekiya Mihemed: Em ji balafirên dagirkeran natirsin

  • 09:12 6 Mijdar 2019
  • Rojane
Necah Miîş - Semer Esed
 
HESEKÊ - Zekiya Mihemed tevî temenê xwe yê mezin ji kar û xebatê dûr neketiye. Di şerê Serekaniyê de jî kêlî bi kêlî li berxwe daye. Zekiya wiha got: "Em qet ji mirinê natirsin. Dema em mirin jî bila mirinek bi şeref û namûs be."
 
Artêşa tirk  û hevkarên wê di 9'ê Cotmehê de êrîşek bi ser gelê Rojava de anîn. Bi hemû çekên giran û qedexekirî wek fosfora spî li ser gel dan şixulandin. Di encamê de bi hezaran kesên sivîl şehîd û birîndar bûn. Bi hezaran jî kes ji bê çariyê koçî bajarê Hesekê bûn. 
Kesên di encama şer de şehîd û birîdar bûbûn dewleta tirk û hevkarên wê, rê nedida ku kesek cenazeyan derbixînin. Di wê demê de şêniyên Hesekê û Qamişlo bi hejmarên mezin diçûn bajarê Serêkaniyê da ku bikaribin cenazeyan derxînin. Yek ji wan dayikên ku çûbûn cenazeyan ji bin keviran derbixînin, Zekiya Mihemed bû. Zekiya Mihemed di derbarê çûyîna wê ya Serêkaniyê de ev tişt ragihand.
 
Dayê Zekiya heya temenê xwe yê mezin dûrî kar û xebat neketiye. Hem seroka komînê ye hem di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hem jî endama Hêza Cewherî ye. Şerê dijwar yê li Serêkaniyê qewimî kêlî bi kêlî dayê Zekiya di nav de bû.
 
'Bi çepik û tilîlîyan di nava kolanên Serêkaniyê de digeriyan'
 
Dayê Zekiya çûyîna xwe ya yekem a bajarê Serêkaniyê wiha anî ziman: "Di roja şer ya duyem de me bi hejmarek mezin berê xwe da Serêkaniyê. Di nava topbaranê de bê tirs, bi çepik û tilîlî em di nava kolanên Serêkaniyê derbas dibûn. Bila Erdogan baş bizanibe ku çavê Gelê Kurd ji balafir û çeteyên wî natirse."
 
'Çeteyan nehiştin em şehîd û birîndarên xwe derxînin'
 
Dayê Zekiya bal kişand ser derxistina şehîd û birîndarên ku di bin xaniyan de mabûn û wiha got: "Ji ber şerê dijwar gelek şehîd û birîndarên me çêbûn, ji bo ku şehîdên me li erdê nemîne me berê xwe da Serêkaniyê. Dema em gihiştin nêz dijmin pêşiya me topbaran kir û rê neda ku em şehîd û birîndarên xwe derxînin."
 
'Tevî dengê balafiran me şehîdên xwe derxistin'
 
Dayê Zekiya da zanîn ku tevî agirbest hatibû îlankirin jî, lê hîn kerwanên wan topbaran dikirin û wiha domand:"Ji ber rewşa birîndarên me nebaş bûbû, me dîsa berê xwe da Serêkaniyê. Gelek sivîl di bin xaniyan de şehîd ketibûn. Tevî dengê balafiran ji ser serê me dihat, lê em venegeriyan heta me şehîd û birîndarên xwe bi xwe re birin."
 
'Bila mirinek bi şeref û namûs be'
 
Dayê Zekiya wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tu carî em ji mirinê natirsin, dema em bimirin jî bila mirinek bi şeref û namûs be. Bila çeteyên Erdogan kêfa wan zêde neyê. Serêkaniyê ya me ye û di demeke nêz de wê ji destê wan derkeve, ji ber ku baweriya me bi şervanên me heye."