Heyfa Erebo: Zihniyeta baviksalarî êrîşî wekheviya gelan dike

  • 09:05 6 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Erebo destnîşan kir ku şerê ku hatiye destpêkirin şerê cihanê yê sêyemîn e û got: "Dijmin dixwaze pirojeya wekheviya gelan têk bibe."
 
Di 9’ê cotmehê de artêşa tirk û hevkarên wê êrîşî seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encamê de bi hezaran kes ji warê xwe koçber bûn, hatin qetilkirin. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Erebo pêşketin û rewşa siyasî nirxand.
 
'Şerê cihanê yê sêyemîn dest pê kiriye'
 
Heyfa bi lêv kir ku pevçûnên cîhanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye û wiha got: "Ev pêvajo ango ev şerê ku dest pê kiriye şerê cîhanê yê sêyemîn e. Şerê ku îro bi rê ve diçe isbat kir ku  şerekî hêzên cîhanî heta niha hebû û hîn jî dewam dike. Armanca qewimandina van şeran jî diyar e ku sîstemê netew dewlet in ku tenê yek alî esas digirin. Ew li ser hilweşandina gelên din hebûna xwe ava dikin."
 
'Zihniyeta baviksalarî êrîşî pirojeya wekheviya gelan dike'
 
Heyfa diyar kir ku dijmin li dijî projeya wekheviya gelan bûye yek û got: "Li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê projeyek nû li ser esasê ku her netewekî hembêz bike û mafê jinê biparêze hate pêşkêşkirin û ji aliyê gel hate hilbijaratin. Zihniyeta baviksalarî êrîşî projeya demokratîk û wekeheviya gelan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn dikin." 
 
'Loma divê em li destkeftiyên ku hedef tên girtin xwedî derkevin'
 
Heyfa wiha axaftina xwe domand: "Di avakirina projeya Netewa Demokratîk de jin pêşeng bû û xwedî rolek pir girîng bû ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûn sedema gelek pêşketinên erênî. Berovajî sîstemên sermayedar projeya Netewa Demokratîk ku jin bîngeha avakirin û pêşketina wê bû wekheviya di navbera gelan de da rûniştandin. Lewma îro êrîş li ser projeya Netewa Demokratîk û bi taybet li ser jinê tê kirin. Loma divê em li destkeftiyên ku hedef tên girtin xwedî derkevin."
 
'Gel xwe bi xwe dikare bi rê ve bibe û parastina xwe bike'
 
Heyfayê destnîşan kir ku gel xwe bi xwe dikare bi rê ve bibe û wiha dom kir: "Berxwedana gelan li Efrîn, Cizîr û Kobanê da diyarkirin ku hêz û îradeya gelê kurd xurt e. Gel xwe bi xwe dikare bi rê ve bibe û parastina xwe bike. Çeteyên DAIŞ’ê bi şêwazekê xwestin civakê ber bi tunekirin û koletiyê bibin. Îro jî ev êrîşên dewleta tirk a dagiker li ser Serêkaniyê û Girê Spî kir mirov dikare bêje ku zihniyeta baviksalarî bûye yek û carek din  bi navê cuda êrîş kir û dixwaze civak ber bi imhakirinê bibe. Li hemberî van êrîşan ewqas roj berxwedan dewam dike û asta têkoşîna azadiyê  bi pêşengtiya jinan mezin dibe.
 
'Ev jî gaveke serkeftinê nîşan dide'
 
Heyfayê da zanîn ku nimûneya şêwazê rêxistnkirina jinan li tevahî cihanê deng veda û wiha domand: "Di Rojavayê Kurdistanê de jin pêşenga şoreşa Rojava ye. Di her qadê de xwedî rol û cihekî girîng û hesas bû, ev nimûneya rêxistinkirina jinan xwedî bandorek û dengvedanek li tevahî cihanê bû. Destkeftiyê Şoreşa Rojava deskeftiyên bi ked û berxwedana jinan bû. Wekî jinên cihanê jî erka xwe dibînin ku deskeftiyên jin di şoreşa Rojava biparêzin lewma komîteyên 'Jin Rojava diparêzin' li tevahî welatan hatin avakirin. Bi armanca avakirina yekîtiya jinan ku bi hev re bikaribin nirx û deskeftiyê rojava biparêzin. Ev jî gaveke serkeftinê nîşan dide.”
 
'Deskeftiyên Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê hatin bidestxistin'
 
Hefayê behsa deskeftiyên şoreşa Rojava kir û got: “Şerê ku îro li ser herêmên me tên meşandin, deskeftiyên ku wekî jin me  bi dest xistiye di xeteriyekê de ne. Li Serêkaniyê û Girê Spî bi hezaran jin koçber bûn, yê ku êşa vî şerî dikşîne herî zêde jin e ku çawa xwe û zarokên xwe li kolanan, dibistanan û bin daran di vê rewşê de xwedî bike û biparêze. Erdogan û hikûmeta xwe bi hinceta ku koçberên li Bakur hatine bicih kirin li ser xaka me bicih bikin, ev di kîjan zagonê cîhanî hatiye qebûlkirin ku xwedî erdekî were qewitandin û kesên din werin bicihkirin, ev hincetek ji bo dagirkeriyê ye.”
 
‘Sîstema jin a ku hatibû rûniştandin dijmin çavtirsandî kiriye ‘
 
Heyfayê bal kişand li ser berxwedan û têkoşîna jinan û wiha axaftina xwe domand: "Sîstema jinê ya ku hatibû birêxistinkirin dijmin çavtirsandî kiriye. Ji ber wê di van êrîşan de îrade û hebûna jinê hat hedefgirtin. Kiryarên ku dan meşandin bê exlaqî bûn, lewma fikrê wan yê wehşî da nîşandan, ji ber wê tu carî gel fikrên van kesan qebûl nakin."
 
'Şehîd Hevrîn Xelef bingeha avakirina siyaseta demokratîk bû'
 
Heyfa Şehîda nemir Hevrîn Xelef bi bîr xist û sersaxî ji malbata wê xwest û teqez kir ku Hevrîn bingeha avakirina siyaseta demokratîk bû û wiha pê de çû: "Şehîd Hevrîn bi salan di nava têkoşînekê de bû, ji bo avakirina wekhevî û demokrasiyê bû. Şêwazê şehîdxistina rêhevala me Hevrîn û Amara  ya dewleta tirk, pîvanê mirovahiyê binpê kir. Ev şer li dijî zihniyeta demokratîk, îradeya jin û wekheviya gelan e.”
 
'Teror hat zindîkirin'
 
Heyva wiha dewam kir: "Ev êrîş yek ji hewildanên Tirkiyeyê ye ku terorê li herêmên ji DAIŞ’ê rizgar bûne, ji nû ve zindî bike. Bikaranîna Tirkiyeyê çeteyên Ebhet El-nusra û bermahiyên DAIŞ’ê û komên din li dijî herêmê ve yekê nîşan dide. Sûcê qetilkirina Hevrîn Xelef, êşkenceya li ser  cenazeyê wê, her wiha êşkenceya dîlgirtiyan û qetilkirina xebatkarên tenduristî îsbat dike ku kesên êrîşî herêmê dikin  zihniyeta DAIŞ’ê girtine.”
 
'Armanca lihevkirina Soçî ji bo hevxistina Rêveberiya Xweser û dagirkeriya herêmê ye'
 
Heyfayê bal kişand ser lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya li Soçiyê ya derbarê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û wiha domand: "Îdiayê ku dewleta tirk dibêje sînorê xwe biparêze ango herêma ewle were avakirin ne di cihê xwe de ye, ew hincet in ji ber ku di esasê de sînorê tirkiyeyê ji aliyê QSD’ê ve rastî gefan nehatiye. Lê armanca tirkiyeyê ji êrîşan û lihevkirina bi Rûsiya re ew e ku QSD’ê ji sînor dûr bixe û wê zayif bike, ya duyemîn jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji hev bixe bi rêya ku ew û QSD’ê neçar bike ku lihevkirina bi rêjîmê re çêbike û herêmên sînor radestî wê bike. Ev komplo li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin meşandin." 
 
'Berxwedan rêka serkeftinê ye'
 
Heyfayê bang li tevahî jinan kir ku li hember êrîşên ku li ser deskeftiyên Rojava tên kirin bibin yek û helwestên xwe nîşan bidin û berxwedana xwe mezintir bikin  û got: “Berxwedan rêka serkeftinê ye."