ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 6 Mijdar 2019
  • Rojev
*Rêvebera Mala Jinê ya Serêkaniyê Şikriya Hisên ya şahidiya kêliya şer a destpêkê kiriye wiha got: "Balafirên dewleta tirk sivîl hedef digirtin û rê li wan digirt. Barê herî giran li ser pişta şervanên me ye bila her kes rabe û erka xwe bi cih bîne."DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Erebo destnîşan kir ku şerê ku hatiye destpêkirin şerê cihanê yê sêyemîn e û got: "Dijmin dixwaze pirojeya wekheviya gelan têk bibe." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya PYD'ê  Sîlvan Elî, derbarê rewşa şerê li Rojava nirxand kir û got:"Armanca tirkiyeyê ew e demografiya herêmê li gor xwe bide guhertin û kesên li gorî siyaseta xwe li herêmên me bi cih bike. Tirsa Erdogan ji projeya netewa demokratîk heye."DÎMEN HEYE
 
*Hevşerada Qersê Şevîn Alaca der barê xebatên jinan de axivî û got ku ji ekolojiyê heta aboriyê wan di her qadên civakî de lez dane xebatên xwe û wiha berdewam kir:”Em ê bi hev re hilbirînin û bi hev re ji pirsgirîkan re dibin hêza çareseriyê.” BI DÎMEN
 
*Zekiya Mihemed tevî temenê xwe yê mezin ji kar û xebatê dûr neketiye. Di şerê Serekaniyê de jî kêlî bi kêlî li berxwe daye. Zekiya wiha got: "Em qet ji mirinê natirsin. Dema em mirin jî bila mirinek bi şeref û namûs be."BI DÎMEN
 
*Hevrîn Xelef gelek tişt di jiyana xwe ya kurt de bi cih kir. Hîna nehatibû nîvê temenê xwe. Hem xweşik û hem jî jîr bû. Jiyana xwe da ser azadiya gelê xwe.
 
*Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, êrîşa Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Ger Tirkiyeyê rêya sêyemîn esas bigirta wê îro li Rojhilatê Navîn ne di çiravê de bûna.” BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di 8’ê mijdara 2018’an de ketibû greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger. Leylayê der barê wê çalakiya xwe de got: “Pêvajoyek giran bû. Berpirsyariyek giran bû lê ji bo min şanazî bû. Pêşengiya pêvajoyeke bi vî rengî ji bo min şanazî bû.”
 
*Jinên gundê Til Sofî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê wiha rave kirin: "Em axa xwe ji dijmin re nahêlin û dest jê bernadin."BI DÎMEN
 
*Jinên gundê Qeremuxê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser gund û jiyana xwe wiha şîrove kirin: "Em heta hilma xwe ya dawî li ber xwe bidin û parastina axa xwe bikin."   BI DÎMEN
 
*Dayikên ji gundê Toqlî yên Başûrê Kobanê ku xwarinê ji têkoşerên QSD'ê re amade dikin wiha gotin: "Me xwest ku em bi wan re bibin alîkar xwarinê, ji wan re amade bikin."BI DÎMEN
 
*Piştî ku dibistanên Kantona Kobanê ji ber êrîşên dewleta tirk hatin rawestandin, îro carek din, tevî berdewamiya êrîşên li ser herêmê deriyên xwe vekirin, şagirt û mamoste bi kêfxweşiyeke mezin dest bi perwerdeyê kirin. BI DÎMEN