Li Kobanê merasîma girseyî

  • 18:31 5 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê 3 lehengên berxwedana rûmetê li goristana Şehîd Dicle Kobanê bi meresîmeke girseyî spartin axê. Her wiha di meresîmê de nasnameya 2 şervanan jî hat aşkerakirin.
 
Bi sedan şêniyên Kobanê, sazî û dazgehên rêveberiya xweser, partiyên siysî û rêxistina Kongreya Star bi meresîmeke girseyî cenazeyên Mehmûd Hiro (Bakur Kobanê), Xerîb Îsmaîl (Tamara Zagros) û Ebdulah Nehsan (Kendal Jiyan) lehengên di berxwedana rûmetê de li cih û di demên cude de ku jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Dicle Kobanê spatin axê.
 
Her wiha di meresîmê de nasnameya Welîd Mustefa (Şoreş Êdaniyê) û Hîşar Muslim (Îbo Can)  şervanên QSD’ê  ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin aşkerakirin. Meresim bi deqeyek rêzgirtina bîranîna têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin û piştre li ser navê Tevgera Jinê Semîra Ehmed û li ser  navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdurehman Eldemir axivîn.
 
'Em bi şehîdên xwe serbilind in'
 
Ebdurehman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Zarokên me li ser axa rojavayê Kurdistanê şehîd bûne, ji ber vê yekê em bi şehîdên xwe serbilind in. Dema ku em bi yek dengî bibêjin em dagirkeriyê qebûl nakin û dewleta tirk gelê berxwedêr bibîne wê newêribe axa  me dagir bike. Em xwedî maf in, em tenê em mafê xwe dixwazin û dixwazin bi awayekî aram û wekhev bijîn. Em ê her derê bikin qada şoreş û xwedî li doza şehîdên xwe derkevin.”
 
'Em ê li hember dagirkeran bi ser kevin'
 
Li ser navê malbata şehîd Tamara  Can Polat û li ser navê malbata şehîd Bakur Şervan Muslim û li ser navê malbata şehîd Şoreş jî  Îbrahîm Mustefa dan zanîn ku heta qehremanên weke van şehîdan hebin ew ê li hember dagirkeran bi ser kevin.
 
Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya her 5 lehengan radestî malbatên wan kirin.
 
Cenazeyên her 3 şervanan di nava tilîliyên dayikan de û bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.