'Em dev ji axa xwe bernadin'

  • 16:49 5 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Şengaliyan li dijî êrîşên dewleta tirk ên hewayî bertek nîşan dan. Şengaliyan bi daxuyaniyê bertekên xwe anîn ziman. Jinên ku beşdarî daxuyaniyê bûn nêrînên xwe parve kirin. 
 
Duh dewleta tirk bi balafirên şer êrîşî Xanesera Şengalê kir. Şengaliyan bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, sazî û dezgehên wê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Xanesorê hat dayin.  Jinên ku beşdarî daxuyaniyê bûn derbarê êrîşan de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em dev ji axa xwe bernadin. Dewleta tirk bi êrîşan nikare bi me."
 
'Her wiha niha li Rojava ye Kurdistanê berxwedanek mezin tê meşandin'
 
Nûrê Xwedêda wiha got:"Duh bi êrîşan dewleta tirk xwest ku fermaneke din bi serê me de bîne. Lê em tu carî dev ji axa xwe ya pîroz bernadin. Em li dijî van erîşan bêdeng namînin. Her wiha niha li Rojava ye Kurdistanê berxwedanek mezin tê meşandin em berxwedana gelê me Rojava silav dikin. Gelê Rojava û Şengalê wê bi hev re li ser axa xwe berxwedana xwe bikin."
 
'Lê em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê her dem dengê xwe bilind bikin'
 
Endama Meclîsa Xanesorê ya Komiteya Malbata Şehîdan Meyan Nasir wiha got: “Erdogan bi top û bafirokên xwe dibêje qey ew ê me bitirsîne. Di her fersendê de êrîşî me dikin. Lê em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê her dem dengê xwe bilind bikin."
 
'Em bi şehîdên xwe serbilind in'
 
Hevseroka Meclîsa Xanesorê Hena Elyas jî wiha got:" Em wek civaka Êzidî erîşa dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Ew her êrîşî me dikin. Her roj sîvîlan qetil dike. Ev der cihê me ye axa me ye ne cihê qirêjan e.Li ser vê axê zarokên me şehîd şehîd ketine. Em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin. Em bi şehîdên xwe serbilind in."