Parêzer û Hiqûqnasên Herêma Cizîrê daxuyanî dan

  • 15:46 5 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekîtiya Parêzer û Hiqûqnasên Herêma Cizîrê daxuyanî dan.
 
Di çarçoveya êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qirkirina wê ji nirxên gelan re, Yekîtiya Parêzer û hiqûqnasên Herêma Cizîrê berteka xwe nîşan dan û bi daxuyaniyekê êrîşên tirkiyeyê şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê parêzer Şahîn Lalî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji bo ku cîhan di nava aramiyê de be, rêxistinên mirovahî hatin çêkirin. Armancên bingehîn ji avakirina van rêxistinan û li gor hevpeymanên netewên yekbûyî divê aramî û azadiya gelan di hundirê wê de were parastin. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me baweriya xwe bi azadî û demokrasiyê anî. Dewleta tirk ji bo têkbirina aramiya herêmên me, projeya qaşo herêmên bi ewle pêşkêş kir. Ev proje li dijî gelê herêmên ên xwediyê axê û di nav de jî netewên ku tê de dijîn ji kurd, ereb, sûryan, ermen û êzîdî hat pêşxistin. Hedefa vê hêncetê ew e ku  erdogan dagirkeriya xwe li ser axa herêmê rewa bike. Mînakên dagirkeriya axa Sûriyê pirin Efrîn, Bab, Izaz, Cerablos, Marih û niha jî herêmên me. 
 
Ji dîroka 9'ê Cotmehê ve êrîşên hovana li ser herêmên me tên kirin. Serokkomarê tirkiyê Erdogan di nava hevpeymanên vê dagirkeriyê de bû, heyanî bi rengekî fermî bi hin tîfaqên qirêj hat erêkirin ku êrîş bike. Her tiştên dûrî nirxên mirovahiyê di herêmên me hatin kirin, kuştina mirov, talankirin û bikaranîna çekên qedexekirî û ev yek li pêşiya çavên tevahî cîhanê bû. Dewleta tirk siyaseta qirkirinê li ser gelê me pêk anî. 
 
Daxwazên me ew e ku rêxistinên mirovahî bi erkê xwe rabin û rê li pêşiya hovîtiya tirkiyê were girtin. Ji ber gelê me û hemû netewên herêmê bi tehlûkayên mezin re rû bi rû dimînin. Divê gelê me vegerin cih û warê xwe û mafê wan yên hûqûqî û siyasî werin parastin."