Şêniyê Girkê Legê serdana konê çalakiya li Qamişloyê kirin

  • 15:42 5 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO -  Konê çalakiyê yê şêniyên Serêkaniyê bi serdanan dewam dike. 
 
Konê çalakiyê yê şêniyên bajarê Serêkaniyê ku ji 29’ê vê mehê de li pêşiya deriyê navenda NY'ê ya bajarê Qamişloyê hatiye vedan, bi serdanan dewam dike. Îro şêniyên navçeya Girkê Legê piştgiriya xwe ji gelê Serêkaniyê re nîşan dan û serdana konê çalakiyê kirin. 
Şêniyên Girkê Legê bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" derbasî kon bûn. Şêniyên Serêkaniyê bixêrhatina şêniyên Girkê Legê kirin.
 
Her wiha her roj yek navçe serdana konê çalakiyê dikin.