Gundewarên Kobanê dewriyeya Rûsya û Tirkiyeyê şermezar kirin
- 15:30 5 Mijdar 2019
- Rojane
KOBANÊ - Dewriyeya Rûsya û Tirkiyeyê ya bi maşîneyên zirxî ya li ser axa Rojava hate şermezarkirin.
Beriya mehekê dewleta tirk û Rusya li Enqerê li hev civiyan û di encama civînê de li hevdu kirin ku dewriyê hevbeş bi hev re li ser sînorê Rojava dikin. Îro dewriya rus, tirk û hêzên ewlekariyê bi hev re li ser sînor ji gundê Til Sofî heta gundê Xanikê dewriye geriya û paşê vegeriya nokteya xwe.
Dewriyeya Rûsya û Tirkiyeyê ya bi maşîneyên zirxî ya li ser axa Kobanê ya Rojava hate şermezarkirin. Her gundê ku dewriye tê de derbas dibû gel bi keviran rê qut dikirin û bi hêrsek mezin kevir li seyeran barandin.