Şaredariya Sûrê piştgirî da kampanyaya LOSEV' ê

  • 15:23 5 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Şaredariya Sûrê piştgirî da kampanyaya “maskeya xwe dayne cudahiyê ava bike” a ku ji hêla zarokên losemî ve (LOSEV) hatibû amadekirin.
 
Weqfa Tenduristî û Perwerdehiyê (LOSEV) ev nêzî 20 sal in ji bo Zarokên losemî bû ronahî. Bi dirûşma “zarokên me jiyana me ye” 2-8’ê mijdarê di hefteya zarokên losemî de, her sal kampanyayên ku cudahiyan ava bike, tê lidarxistin.
 
‘Zarokên me pêşeroja me ne’
 
Berî derbasbûna civîna meclîsê ya heyva mijdarê, hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemir bal kişand ser girîngiya hefteya zarokên Losemî. Cemal, got: “ dema tedawiya zarokên Losemî berdewam dike, ji bo mîqroban ji hawirdorê negirin û bi taybet jî di cihên gelemperî de maske bi kar tînin. Divê were zanîn ku bikaranîna van maskeyan ne ji ber sedemê ku nexweşî derbasî hawirdor dibe, ji bo enfeksîyona ku ji derve tê parastinê ye. Ev zarokên ku ji ber van maskeyên xwe cuda tên dîtin û nayên qebûlkirin, ji salê carekê jî be divê werin bîranîn û em bal bikşînin ser vê cudahiyê, ji ber ku zarokên me pêşeroja me ne. 
 
Endamên meclîsê piştî axaftina hevserok, maske danîn ber devê xwe, û bi afîşên nivîsê kurdî û tirkî ku “ez ê maskeya xwe deynim û cudahiya xwe ava bikim”, “Em li cem zarokên Losemî ne”, kî ji losemiyê ditirse”, “wê losem bi hezkirinê derbas bibe” hatin rakirin. 
 
Her sal di navbera 2 û 8’ê mijdarê de ji bo zarokên losemî kampanyayên cur be cur tên amadekirin. LOSEV vê salê bi dirûşma “maskeya xwe deyne cudahiya xwe ava bike” kampanya da meşandin.